Li Akdenîzê çalakiya şermezarkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Desteserkirina Şaredariya Akdenîzê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate gotin, "Berxwedana me wê heta dawiyê dewam bike."

Girtina Hevşaredarên navçeya Akdenîz a Mersînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Orûç û Hîkmet Bakirhan, her wiha desteserkirina şaredariyê hate şermezarkirin.

Çalakî li Parka Ozgur Çocûk hate lidarxistin û parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên CHP, TÎP, EMEP, rêxistinên civakî yên demokratîk û gelek kes tevlî bûn.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Rejîma qeyûm darbeya li dijî îradeya gel e" hate hildan û dirûşma "Qeyûm darbe ye, Na ji darbeyê re" hatin qîrîn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mersînê Bedriye Kûş axivî û got, "Hevalên me bi hincetên bêhiqûqî hatin girtin. Em vê biryara bêhiqûqî ti carî nas nakin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rejîma qeyûm ne tenê li dijî gelê Kurd her wiha li hemberî îadeya siyasî ya gelên Tirkiyeyê gefeke.

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan jî got, "Akdenîz Agirî, Riha, Dîlok, Semsûr e. Kurdistan e. Li vê derê jiyaneke hevpar hate avakirin. Qeyûm li dijî vê yekê darbe ye. Em ê bi têkoşîneke hevpar careke din wan têk bibin."

Parlamentera Mersînê ya DEM Partiyê Perîhan Koca anî ziman ku qeyûm ne rewa ey û got, "Em rewa ne. Em ê bi ser bikevin. Berxwedana me wê heta dawiyê dewam bike."

Serokê Mersînê yê TÎP'ê Ahmet Paket jî got, "Ew çiqasî desteser bikin, em jî ewqasî bi inat in. Em ê bi hev re bi ser bikevin."

Serokê Mersînê yê EMEP'ê Sedat Başkavak jî got, "Heta ku Akdenîzê bi dest bixin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Piştî axaftinan girseya gel ber bi şaredariyê ve meşiya.