Li Afyonê êrîşî karkerên Kurd kirin: Karkerek mir 2 kes birîndar bûn

Li navçeya Dînarê ya Afyonê bi çekan êrîşî karkerên avahiyan ên ji Erdîşê hate kirin. Karkerê bi navê Ozkan T. Mir, karkerên bi navê Firat T. Û Emrah O. jî birîndar bûn.

Li navçeya Dînarê ya Afyonê bi çekan êrîşî karkerên avahiyan ên ji Erdîşê hate kirin. Karkerê bi navê Ozkan T. Mir, karkerên bi navê Firat T. Û Emrah O. jî birîndar bûn.

Êrîş êvarî saet di 19.30’an de li Dînarê ji ber sedemek nayê zanîn pêk hat. Kesekî ku nasnameya wî nehate diyarkirin bi çekan li van birayan da. Di vê êrîşê de karkerê bi navê Ozkan T. (25) mir û karkerên bi navê Firat T. Û Emrah T. jî birîndar bûn. Karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Xizmên van karkerên ji Erdîşê ên ku xwestin biçin Afyonê, hinek jê di derketina Erdîşê de û hinek jê jî di têketina Afyonê de li benda polîsan hatin sekinandin.

Hate diyarkirin ku rayedarekî polîsan ji karkerên birîndar re gotiye miriyên xwe ji vir bibin û derkevin.