Li Afrîkaya Başûr DAIŞ hat şermezarkirin
Li Afrîkaya Başûr DAIŞ hat şermezarkirin
Li Afrîkaya Başûr DAIŞ hat şermezarkirin
Çeteyên DAIŞ li Afrîkaya Başûr jî hatin şermezarkirin. Gelek kesên li Johannesburg hatin cem hev bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin.
Li bajarê Johannesburg ê Afrîkaya Başûr êrîşên çeteyên DAIŞ tên şermezarkirin. Duh jî di pêşengiya Kurdish Human Rîghts Actîon Group (KHRAG) Civaka Kurd de li peşiya Katedrala St George’s çalakiyeke şermezarkirinê hat lidarxistin. Yekîtiya Parêzerên Demokratîk û gelek aktîvîstên ji komên cuda piştgirî dan çalakiyê.
Di çalakiyê de hat ragihandin ku civaka navneteweyî li hember komkujiya çeteyên DAIŞ a li dijî sivîlan bêdeng dimîne û hat xwestin ku ev bêdengî were xerakirin.
Seroka KHRAG dadgerî teqawît Essa Moosa a axaftinek kir beşdar spas kir û xwest hê zêdetir dengê xwe ji bo Rojava û Kobanê derxin.