Li Adigeyê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin
Li Adigeyê Kurdistanî hatin cem hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kriin.
Li Adigeyê Kurdistanî hatin cem hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kriin.
Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike civînek li dar xist. Di civînê de gelek Kurdistanî hazir bûn.
Di civînê de li ser navê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Alîkarê Hevserok Xwedê Ehmed got dewleta Tirk a faşîst bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze vîna Kurdan bişkîne lê Kurd bi geşkirina têkoşîna xwe wê vê tecrîdê pûç bikin. Ehmed wiha got: ‘’ Ji mêj ve ye nahêlin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hev bibîne. Tecrîda ku dewleta Tirk a faşîst li ser Ocalan daniye di dîrokê de mînaka wê nehatiye ditin. Li dijî vê tecrîda dijmirovî hêzên navdewletî bêdeng dimînin û wiha destekê didin. Bi vê tecrîdê dixwazin ku vîna Kurdan bişkînin. Kurd xwedî wê şiyanê ne vê lîstika gemarî pûç bikin û wê ji vê zilmê re serê xwe netewînin. Dibe ku em bi hezaran kîlometre ji Kurdistanê dûr bin. Lê divê em bi helwest û têkoşîna xwe li Rêberê xwe xwedî derbikevin. Her Kurdek ji bo vê lîstika gemarî pûç bike divê li cihê ku lê ye têbikoşe.’’