Li Şengalê roja Zimanê Dayîkê hate pîrozkirin
Bi wesîleya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzidxanê roja zimanê dayîkê ya cîhanê bi daxuyaniyekê pîroz kir.
Bi wesîleya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzidxanê roja zimanê dayîkê ya cîhanê bi daxuyaniyekê pîroz kir.
Saziya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzidxanê (SPCDÊ) roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî bi daxuyaniyekê pîroz kir.
Daxuyanî ji aliyê mamoste Viyan Bedel ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de qala girîngiya ziman hate kirin û roja 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî hate bîranîn.
Di heman demê de li ser girîngiya ziman wiha hate gotin: “Dema em dibêjin zimanê dayîkê dîroka mirovahiyê tê bîra mirov, ji ber ku ziman çand e, ziman nasname ye û ziman hîma bingehîn ê jiyanê ye, ziman destpêka afirandina civakbûna mirovahiyê ye. Ji ber ku mirov cara yekemîn bi riya zimanê dayîkê fêrî xwe û fêrî civaka xwe dibe. Di jiyana gelan de ziman xwediyê giringiyek a dîrokî ye, dema ku gelek nikaribe zimanê xwe bi kar bîne ji her tiştê xwe bêpar dimîne.”
Di dawiya daxuyaniyê de vê rojê li hemû gelan pîroz kir û bangawaziyek wiha hate kirin: “Em bang li hemû mirovahî û rewşenbîran dikin, em dibêjin em zimanê Kurdî li her cihê bidin naskirin û zindîkirin. Her wiha dubare em weke mamosteyên zimanê dayîkê yên civaka Êzidxanê roja zimanê dayîkê li hemû gelan pîroz dikin û em dibêjin bila her zarokek bi zimanê dayîka xwe fêr bibe, bixwîne û binivîse.”