Li Şêladizê rojnamevanek hate destgîrkirin

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rojnamevan Qehreman Şûkrî Rêkanî a Şêladizê bi sûcdariya ku ji Kanala Stêrk Tv re axiviye destgîr kir.

Çavkaniyekî herêmî li Şêladizê ji ajansa me re ragihand, îro danê sibehê asayişa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şêladizê rojnamevan Qehreman ku kurê Şûrkî Rêkanî ye destgîr kiriye û heta niha jî nehatiye malê.

Di heman demê de ew çavkanî jî da diyarkirin ku Qehreman Şûkrî Rêkanî berê jî çend caran ji aliyê asayişê ve bang lê hatibû kirin, lêkolîn derbarê de hatibû kirin çima tevlî kanala Stêrk Tv bûye û rewşa jiyana xelkên Şêladizê ji wê re ragihandiye.

Qehreman Şûkrî Rêkanî yek ji rojnamevanê devera Şêladizê ye, her wiha kurê rojnamevan Şûkrî Rêkanî ye ku rojnamevan Şukrî Rêkanî 4 roj winda bibû û di 1’ê Kanûna 2016’an de cenazeyê wî hatibû dîtin. Qehreman di demên borî de di dema serhildana gelê Şêladizê de karî bi awayekî rojnamegerî serhildana gel bişopîne.

Destgîrkirina rojnamevan Qehreman Şûkrî Rêkanî di demekê de ye ku PDK 3’ê hezar çekdar şandine devera Şêladizê, ji bo ku navend û baregehên dewleta dagirker a Tirkiyê ji nerazîbûnên serhildana gel biparêze.

Di derbarê wî de endamê rêveberiya kanala Stêrk Tv Ferman Mihemed ji ajansa ANF’ê re ragihand: “Destgîrkirina rojnamevanan a li Başûrê Kurdistanê bi dijwarî şermezar dikin, bi taybetî a Qehreman Şûrkrî Rêkanî. Li gorî yasaya hejmara 35 a 2007’an ya li parlemena Kurdistanê, taybete ku yesayeke girêdayî rojnamevaniyê ye ev destgîrkirin jî binpêkirina yasayê ye û binpêkirina mafê rojnamevanan e li Başûrê Kurdistanê.”

Her wiha qala vê jî hate kirin ku ev ne cara yekê ye ku rojnamevan li Behdînanê tevlî kanala Stêrk Tv dibin û têne destgîrkirin, ne tenê rojnamevan çalakvan jî têne destgîrkirin ji ber axaftinên wan yên ku li gel kanala Stêrk Tv dikin.

Ferman Mihemed di dawiya axaftinên xwe de got: “Ev rojnamevan ji aliyê PDK’ê ve hatiye destgîrkirin, ti peywenediyên xwe li gel me nîne weke her rojnamevanên din di roja xwepêşandana Şêladizê de çend caran beşdarî bernameya me bûye.”