Li Îzmîrê xizmên windayan qurnefîl avêtin behrê

Di çalakiya Hefteya Windayan de ya ku Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê lidar xistiye, çalakgeran qurnefîlan avêtin behrê.

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê û xizmên windayan di çarçoveya ‘Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin’ û ‘Bila girtiyên nexweş serbest werin berdan’ çalakiya xwe ya 433’an lidar xistin.

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Konakê hatin ba hev û qurnefîl danîn erdê.

Rêveberê ÎHD’ê Caner Canli diyar kir ku 17-31’ê Gulanê Roja Windayên Destgîrkirî ya Navneteweyî ye û bal kişand ser vî tiştî ku windakirin wekî polîtîkayeke dewletê pêk hatiye.

Canli diyar kir ku li gorî raporên ÎHD’ê 800 kes piştî destgîrkirinê hatine windakirin û got:“ Di 2 salên dawîn de bi giştî 11 serîlêdan li Navenda Giştî ya ÎHD’ê hatiye kirin. Ev kesên ku bûne sedema windakirinan, ew ê teqez werin darizandin.”

Piştî daxuyaniyê bi qasî 10 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hate kirin. Çalakger piştî ku li rex behrê meşiyan, qerenfîlên di destê xwe de avêtin behrê.