Li Îzmîr, Şirnex û Rihayê terora polîsan: Gelek kes hatin destgîrkirin

Polîsan li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, li navçeya Elkê ya Şirnexê û li sê navçeyên Îzmîrê girtin ser malan û gelek kes destgîr kirin.

LI SERÊKANIYÊ 3 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Li taxa Yukari Dorûklû ya navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin. Di serdegirtinê de Zeynep Dagtekîn, Alî Dagtekîn ê 17 salî û kesekî ku navê wî nehat zanîn, hatin destgîrkirin. 3 kesên hinceta destgîrkirina wan nehat zanîn, piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxa TEM’ê ya Rihayê.

LI ŞIRNEXÊ 5 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî polîsan girtin ser gelek malan û li vê derê 5 kes destgîrkirin. Hinceta destgîrkirinê nehate diyarkirin.

LI ÎZMÎRÊ SERDEGIRTINÊN MALAN

Polîsan saet di 05.00’an de li navçeyên Bornova, Menderes û Konakê yên Îzmîrê girtin ser malan.

Di serdegirtinan de gelek kes hatin destgîrkirin. Kesên ku navên wan hatine hînbûn ev in; Salîh Aydin, Ferdî Kadan, Vahît Sayan û Mehmet Şerîf Salman.