Li Îtalyayê cezayekî mezin dan rizgarkirina mirovan

Li Îtalyayê derbarê keştiyên alîkariya mirovî biryarnameyek hate dayîn. Ev biryarname keştiyên alîkar dike hedef.

Wezîrê Karê Navxweyî Matteo Salvînî biryarname amade kir û Senatoyê jî ev biryarname pesend kir.

Li gorî biryarnameyê keştiyên saziyên alîkariya mirovî yên li Behra Reş koçberan rizgar dikin, wê cezayekî mezin li wan were birîn. Biryarname bi 160 dengên li hemberî 57 dengan hate qebûlkirin.

Bi biryarnameyeke berê heke keştiyên alîkariya mirovî têkevin nav sînorên ava Îtalyayê wê cezayekî mezin li wan were birîn. Pêşiya vî tiştî hate vekirin ku dikarin dest deynin ser van keştiyan û nêzî milyonek eûro ceza li wan were birîn.

Li gorî biryarnameyê kesên ku li hemberî polîsan li ber xwe bidin wê heta 10 salan cezayê girtîgehê bidin wan. Ji bo ku xebatkarên alîkariya mirovî werin şopandin û li telefonên wan were guhdarîkirin jî rayeya polîsan zêde dibe.

Parlementerê endamê M55 Gregorîo De Falco diyar kiribû ku vê biryarnameya li ser alîkariya mirovî ‘krîmînalîze û kujende’ ye û bang kiribû ku bila li dijî wê deng were dayîn.