Li Îranê ketina nav eyaletan hate qedexekirin

Li Îranê mirina ji ber vîrûsa koronayê her roja ku diçe zêdetir dibe. Di nav 24 saetan de 21 kesên din jî mirin. Ketin û derketina li nav 17 eyaletan hate qedexekirin.

Li Îranê her roja ku diçe mirovine din ji ber vîrûsa koranayê dimirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendiristiyê ya Îranê di nav 24 saetan de yek jê parlamenter 21 kes mirine û li 1076 kesên din jî vîrûs tespît bûye.
Li Îranê hta niha 145 kes ji ber vê vîrûsê mirine û ev vîrûs di 5832 kesan geriyaye.
Rêveberiya Îranê ji bo ku li dijî hêla vîrûsa koranayê tevdîran bistînê ketin û derketina nav 17 eyaletan qedexe kir.