Li Îranê guhertin nîne, lê hêvî heye

Nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Îranî û Kurdistanî dibêjin, hilbijartinên serokkomariyê yên li Îranê, xwepêşandaneke bi hîle ye ku ji bo xatirê îmaj û têkiliyên bi cîhana rojava ve hatiye kirin.

Nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Îranî û Kurdistanî dibêjin, hilbijartinên serokkomariyê yên li Îranê, xwepêşandaneke bi hîle ye ku ji bo xatirê îmaj û têkiliyên bi cîhana rojava ve hatiye kirin. Tevî vê yekê jî, hem neserketina Reîsî, hem jî helwesta Kurdan a boykotê erênî dibînin.

Nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li ser hilbijartinên Serokkomariyê yên li Îranê ji ANF'ê re axivîn.

Li gorî Serokê Yekîtiya Nivîskarên Îranê Abbas Samakar, ji bo gel bibin ser sindoqan û nîşan bidin ku li Îranê 'hilbijartineke demokratîk' tê kirin, du namzetên ku ji hev ne cuda ne, weke 'reformxwaz' û 'mûxafazakar' tevlî hilbijartinê kirin.

KURD LI BER VÊ LÎSTIKÊ RABÛN

Samakar diyar kir, hilbijartina namzet jî polîtîkaya dewletê ye û got, "Nerazîbûna li Reîsî dihat zanîn, ku di nava çend mehan de 5 hezar girtiyên li girtîgehan bi dar ve kiribû. Gel, ji bo Reîsî bi ser nekeve çû ser sindoqan û deng da Rûhanî. Rejîm, wê tevlîbûna ji sedî 70 a li hilbijartinê, weke 'Îran welatekî demokratîk e, rejîm rewa ye' bi kar bîne."

Samakar destnîşan kir, ku helwesta Kurdan a boykotkirina hilbijartinê gelekî girîng e û got, "Gelekî girîng e ku Kurdan helwesteke bi vî rengî ya siyasî nîşan dan û nebûn parçeyeke ji vê lîstika rejîmê."

HILBIJARTIN BI RENGEKÎ AZAD Û WEKHEV NEHATE KIRIN

Serokê berê yê PEN a Îranê, rojnamevan-nivîskar Bahram Rahmanî jî got, li Îranê ku partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rojnamevan û qenalên televîzyonê hatine qedexekirin, girtî il meydanan tên darvekirin, mirov nikarin bêjin ku hilbijartin bi rengekî azad û wekhev hatiye kirin.

Rahmanî bibîr xist, di nava namzetan de zêdeyî 300 jin hebûn, lê belê hemû jî hatine redkirin û diyar kir, mafê hilbijartinê yê jinan ku nîvê civakê ye, hê di destpêkê de hate astengkirin. Rahmanî got, "Ji xwe ji bo mirov li Îranê bibin namzetê Serokkomar, divê mirov mêr bin û Şîa bin."

NAXWAZE TÊKILIYA BI CÎHANA ROJAVA RE BIBIRE

Rahmanî jî di wê baweriyê de ye, rejîm ji bo têkiliya bi cîhana rojava re nebire, Rûhanî tercîh kiriye û wiha dewam kir: "Rejîm li derve polîtîkayeke nerm dimeşîne, lê li hundir zextên li ser gel zêde dike. Ji ber ku ditirse, eger li hundir nerm bibe, wê nikaribe pêşî li daxwaz û têkoşîna gel bigire."

BOYKOT BAŞ E, LÊ TÊRÊ NAKE

Di dewama axaftina xwe de Rahmanî bibîr xist, gelê Kurd di her serdemê de mûxalefet li rejîmê kiriye û di hilbijartina dawî de jî boykot kiriye ,neçûye ser sindoqan û rexneyek jî kir. Rahmanî diyar kir, ew rast nabînin ku hin partiyên Kurd tevlî hilbijartinên şaredariyê bibin û got, "Ji bo hûn li şaredariyê bibin namzet, divê 16 saziyên cuda vê namzetiyê erê bike. Di nava şert û mercên bi vî rengî de nepêkan e ku namzetek bi nasnameya xwe ya mûxalîf di hilbijartinê de cih bigire."

HILBIJARTIN XWEPÊŞANDANEK BÛ

Siyasetmedara Swêdî Amîneh Kakabaveh, ku ji bajarê Saqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ye, destnîşan kir, ku ev her du rewş jî nîşan dide, ku hilbijartin bi rengekî azad û demokratîk nehatiye kirin.

*Namzetên Serokkomariyê, piştî erêkirina Konseya Parastinê ya Destûra Bingehîn mafê tevlîbûna li hilbijartinê bi dest dixin,

*Mafê namzetbûnê ji jinê re nayê dayîn.

REXNEYA LI HELWESTA CÎHANA ROJAVA

Kakabaveh diyar kir, tevî vê yekê jî hîle hatiye kirin û helwesta cîhana rojava ku vê yekê ji nedîtî ve tê rexne kir: "Du namzetên ji hev ne cuda ne, bi rengekî nerast li hemberî hev têkoşiyan. Lê di heman demê de karker, Kurd û Belûcî ji bo daxwza mafên xwe dikin tên girtin, tên darvekirin. Dewletên rojavayî hilbijartina ku di nava van şert û mercan de hatiye kirin, rewa dibînin. Û dewamkirina têkiliya bi rejîma Îranê re rast dibînin."

Kakabaveh bal kişand ser helwesta rêxistin û partiyên Kurdan, ku yekane helwesta erênî ya di hilbijartinê de ji aliyê Kurdan ve hatiye nîşandan û got, "Di dema hilbijartinê de kolanên Kurdistanê vala bûn. Ev yek gaveke ber bi pêş ve ye û bersiva Kurdan a li zextên rejîmê ye.

LÎDERÊ OLÎ OTORÎTEYA YEKANE YE

Midûrê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Stockholmê Mehrdad Darvîshpoûr bal kişand ser binpêkirina azadiya çapemeniyê, qedexeya li ser partiyên siyasî yên mûxalîf, astengkirina namzetiya mirovên xwedî nêrînên cuda û jinan û destnîşan kir, ku ne rast e ew ji hilbijartineke di nava van mercan de pêk hatiye bi hêvî bin. Darvîshpoûr ragihand, hemû namzet neçar bin ji aliyê Konseya Parastinê ya Destûra Bingehîn bên erêkirin jî, di dawiya dawî de lîderê olî Alî Hamaney hemûyan diyar dike û got, "Tevî van hemûyan jî hemû hilbiljartinên li Îranê nehêja û formalîte nîne."

Darvîshpoûr wiha dewam kir:

"*Rûhanî li ser bernameya nukleerî sekinî, bi cîhana rojava re li hev kir û enflasyon sekinand. Bi guhertina rêveberiya DYA re hat xwestin, ku helwesteke hê tund nîşan bide. Biserneketina Reîsî, ku li şûna Hamaney ê bi kanserê ye hat amadekirin, biryareke hêja ya gel e.

*Di hilbijartinê de hem rejîm hem jî gel bi ser ket. Gel bi ser ket, ji ber ku Reîsî hilnebijart. Ji ber ku rêjeya tevlîbûnê zêde bû, rejîm bi ser ket û wê vê yekê weke 'rêjeya tevlîbûna li hilbijartinên aram ên li Îranê zêde ye' bi kar bîne."