Li Îranê çalakiyên gel: Li Arakê 100 kes hatin binçavkirin
Li Arakê ya Îranê bi hinceta ku tevlî çalakiyan bûne 100 kes hatin binçavkirin.
Li Arakê ya Îranê bi hinceta ku tevlî çalakiyan bûne 100 kes hatin binçavkirin.
Li Îranê û Rojhilat çalakiyên gel ên li dijî hejarî, gendelî, bêkarî, polîtîkayên zextê yên rejîmê berdewam dikin. Li bajarê Arakê yê Îranê bi hinceta ku tevlî çalakiyan bûne 100 kes hate binçavkirin.
Waliyê Arakê Alî Axazade, diyar kir ku 100 kesên ku di nav sînorê bajarê Arakê de tevlî çalakiyan bûne hatine binçavkirin. Nehate gotin bê ka kesên ku hatine binçavkirin li kûderê têne girtin.