Li Îran û Iraqê gel ji ber lehiyê hate hişyarkirin
Li Îran û Iraqê ji ber barana zêde hişyariya lehiyê hate dayin. Rayedaran li 23 eyaletên Îranê û 7 bajarên mezin ên Iraqê alarm dan.
Li Îran û Iraqê ji ber barana zêde hişyariya lehiyê hate dayin. Rayedaran li 23 eyaletên Îranê û 7 bajarên mezin ên Iraqê alarm dan.
Rayedarên Îran û Iraqî, ji ber barana zêde ku 15 roj in dibare, ji bo herêmên ku rîska lehiyê lê heye hişyarî dan. Li gorî agahiyan, li wîlayetên Mûsil, Diyala, Zikar, Vasit û Basra yên Iraqê, ji ber metirsiya lehiyê hikumetê rewşa awarte ragihand.
Ji ber barana zêde çemên Dîcle û Firatê bilind bûn û lehî rabû. Hin pir ji ber lehiyê hilweşiyan, ji bo hin piran jî ji ber metirsiyê hişyarî hate dayin. Hin gund û bajarokên biçûk jî ji bo tedbîrê hatin valakirin û sivîl li herêmên ewle hatin bicihkirin.
LI ÎRANÊ ALARMA JI BO 24 SAETAN HATE DAYIN
Ji ber barana zêde, hefteya derbasbûyî di serî de eyaletên Şîraz, Gulistan, Loristan, Esfehan, Xoresan a Rojhilat li 25 eyaletên Îranê lehî rabû bû. 19 jê li Şîrazê 44 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 240 kes jî birîndar bûbûn. Hin bajarên biçûk, navçe û bajarok û gelek gund ji ber rîska lehiyê hatibûn valakirin. Rêyên gelek bajaran û gundan hatibûn girtin.
Ji ber ku baran dewam dike û rîska lehiyê heye, li 23 eyaletên Îranê alarm hate dayin. Rayedarên Îranî ragihandin, ji bo kêmkirina zerara barana zêde û lehiyê, biryar hatiye dayin ku li 23 eyaletan 24 saetan alarma lehiyê bê dayin.