Li Çiyayên Kazê ji Heskîfê bang hate kirin

Çalakgerên Çiyayê Kazê ji bo çalakiyên ji bo Heskîfê bang kirin.

Ji bo Çiyayên Kazê ‘Nobeda Av û Wijdanê’ hatibû destpêkirin. Nobet di roja 48’an de didome û gelek kes tên serdana çalakiyê.

Çalakgerên Nobeta Av û Wijdanê diyar kirin ku li qada nobetê ew ê di 14’ê Îlonê de ji bo Heskîfê jî çalakiyekê li dar bixin û banga tevlêbûna çalakiyê kirin.