Li 7 bajaran hişyariya felca zarokan

Li 7 bajaran hişyariya felca zarokan

Seroka Odeya Tabîban a Osmaniye ya Edeneyê Dr. Elî Ihsan Okten diyar kir ku, ji ber şerê li Sûriyeyê rastî vîrûsa felca zarokan hatine û ji bo parastinê divê dayîk û bav zarokên xwe aşî bikin.

Di giştînameya Saziya Tenduristiya Gel a Wezareta Tenduristiyê ya Tirk de ku di 6'ê Mijdara 2013'an de ji bajaran re hatiye şandin de tê gotin ku, li Sûriyeyê hebûna vîrûsa felca zarokan û bi vê ve girêdayî nîşaneyên vê vîrûsê hatine dîtin. Ji ber sînorê me yê bi Sûriyeyê re dirêj e û tevgera şêniyan welatê me di bin rîska polîvîrûs împortasyonê de ye. Li 7 bajarên ser sînor û ji ber li ser rêya koçberiyê ye li Edeneyê wê tevayî zarokên 0-59 mehî herî kêm di navbera bi meheke de wê aşiya Felca Zarokan a Oral bê kirin." Derbarê vê mijarê de Serokê Odeya Tabîban a Osmaniye Edene Dr. Elî Ihsan Okten daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'DIVÊ WEZARET TEDBÎRÊN PÊWÎST BIGIRE'

Okten got ku, piştî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku, ji destpêka meha Cotmehê ve li Sûriyeyê nexweşiya felca zarokan hatiye dîtin û şûnde Wezareta Tenduristiyê ya Tirk li 7 bajaran nexweşî tesbît nekiriye û wiha berdewam kir, "Ji ber ev 2 sal in li Sûriyeyê xebatên aşîkirinê rastî astengiyan tên wezaretê daye xuyakirin ku dibe li herêmên din jî ev nexweşî rû bidin û ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê Cîhanê ev rewş weke "Lezgîniya tenduristiya gel" hatiye nirxandin."

Okten da xuyakirin ku divê wezaret ji bo ev nexweşî belav nebe tedbîrên pêwîst bigire û wiha got, "Li ser vî esasî doktorên me di çi qademeyê de bin bila bibin divê werin agahdarkirin, xebatên aşîkirinê bên destpêkirin, welatiyên me jî zarokên xwe aşi bikin."