Li 6 endamên BDP’ê 82 sal û 324 roj ceza hate birîn
Li 6 endamên BDP’ê 82 sal û 324 roj ceza hate birîn
Li 6 endamên BDP’ê 82 sal û 324 roj ceza hate birîn
10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê li 6 endam û rêveberên BDP'ê ên Manîsayê 85 sal û 324 roj cezayê girtîgehê birî.
Di derbarê 6 endam û rêveberên BDP'ê ên Manîsayê de bi hinceta di 11'ê Nîsana 2011'an de li Manîsayê bê destûr "Konê Çareseriya Demokratîk" vedane û di mudaxaleya polîsan de bi polîsan re ketine pevçûnê doz hatibû vekirin. Rûniştina biryara dozê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê hat dîtin.
Rêveberên BDP'ê yên ku serbest dihatin darizandin bi îdiaya li gorî xala 3713'an propagandarêxistinê kirine hatin darizandin. Heyetê di rûniştinê de ji Rêveberê BDP'ê yê Manîsayê Celal Yilmaz û Yilmaz Şekerli ji bo her yekî 13 sal û û 54 roj, ji Serokê BDP'ê yê Navçeya Navendî ya Manîsayê Murat Biçici 13 sal û 54 roj, ji endamê BDP'ê Murat Çelik 13 sal û 54 roj, ji Abdullah Topçu û Nihat Toplu ji bo her yekî 15 sal û 54 roj ceza birîn. Heyetê di derbarê 6 rêveberan de bi tevahî 82 sal û 324 roj ceza birî.
Heyetê di biryara 12'ê Hezîranê de derbarê Nihat Toplu, Abdullah Topçu, Halîl Çelîk, Murat Biçîcî, Celal Yilmaz û Yilmaz de bi hinceta şika birevin heye biryara girtinê da.