Li 5 bajaran çalakiyên ‘hikumet îstifa’

Li 5 bajaran çalakiyên ‘hikumet îstifa’

Li pey skandala bertîl û nelirêtiyê bi daxwaza ku hikumet îstîfa bike li pênc bajaran çalakî hatin lidarxistin. Tê ragihandin ku di çalakiya li Kadikoyê de 40 kes hatiye binçavkirin.

Li ser banga ‘Yogurtçu Parki Forumu’ li Kadikoyê çalakî hate lidarxistin. Polîs bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî çalakiyê kir. Li ser vê yekê çalakvan belavî kolanan bûn û bend lêkirin. Tê ragihandin ku polîs êrîşî van bendan kiriye; di pevçûnên ku di navbera polîs û çalakvanan derdikevin de nêzî 40 kesî hatiye binçavkirin. 

Li ser banga 'Abbasaga Forumu' girseya gel li Beşiktaş'ê, li ber peykerê 'Beşiktaş Kartal Heykeli' hatin gel hev. Girse, bi şiyara ‘îstifayên wezîran têre nake, divê hikumet îstîfa bike’ meşiya. 

Beşiktaşiyên ku bi çepik, fîsik û mencel û miqilkan protesto kirine, ji bo temaşevanên derdora xwe jî banga ‘werin, werin’ kirin. Li pey meşa ku li kolanan hatiye lidarxistin, çalakî bi vegera li  Heykelê Kartalê bi dawî bû. Di çalakiyê de ji bo çalakiya ku roja Înê li Taksîmê wê bê lidarxistin bangawazî hate kirin. Forûma Abbasaga wê îro saet di 21.00’ê de li heman cihî kom bibe.  

Li Okmeydani jî gel li Ocaxa Tendurustiyê hat cem hev, bi qutiyên pêlav û mencelan meş lidar xist. Gelê Okmeydani dirûşma ‘diz wê hesab bidin’ qêriyan, meşa xwe li heman cihî bidawî kirin û ragihand ku wê îro di saet 21.00 de li heman cihî  werin cem hev. 

Li Kuguluparka Enqereyê jî çalakî hebû. Li çalakiya ku bi mixulk û mencelan deng û qerebelix hatiye derxistin de hikumeta AKP’ê dawetî îstîfayê hate kirin. Rêveberê TKP’ê Erkan Yildiz axaftinek kir û di vê axaftinê de ev tişt diyar kir: “Cemaetê di serhildana Hezîranê de ji bo kesên ku mirov dikuştin çepik lê dida. Weke ku Alî İsmaîl digot ‘wê birecifin, bitirsin û hilweşin’. Weke ku Wahdettin bi keştiyên Îngilîzan çûye Amerîkayê em ê van jî bişînin.” Li pey axaftinê ji Kolana Tunali Hilmi ber bi Esat Dortyol meş hat lidarxistin. Ev çalakî bi daxuyaniyek ku li vir hatiye kirin bi dawî bû. 

Li Kocaeliyê ber bi serokatiya bajêr a AKP’ê ve meşek hat lidarxistin. Girseya ku li Îzmît Cumhuriyet Parki kom bibû, bi şiyarên ‘hikumet îstîfa’, ‘ji ber nelirêtî û sextekariyê bêhna genî raser vê derê ketiye’ ber bi AKP’ê ve meşiyan. Li pey axaftinên ku li vir hatine kirin, girseyê dest bi meşê kir û dema ku hat li ber Halk Bankasi ji bo demekê sekinî û dirûşma ‘vaye ev der hêlîna bertîlê ye’qêriya. 

Li Îzmîrê jî bi sedan kes li Alsancakê li hev kom bû. 

Li Mersînê jî li ber Forumê, bi pankarta ‘hikumet îstîfa’ çalakî hat lidarxistin. 

Li Eskîşehîrê nêzî 200 kesî bi şiyara ‘hikumet îstîfa’meş li dar xist. 

Di saetên êvarê de li Espark Alişverîş Merkezî ya ku li  Yenîbaglar Mahallesî Unîversîte Caddesî ye, grubek kom bû. Vê grubê bi du pankartên cuda ku li ser ‘hikumet îstîfa’ û bi dirûşmên ‘li beranberê dizî û nelirêtiyê yek çareserî heye ew jî desthilatiya gel e’, ‘qirêjiya cemaetê vê paqij nake, gel ê vê paqij bike’ meş li dar xist. Çalakvanan bi berdewamî dirûşma ‘hikumet îstîfa’, ‘diz hene’ û ‘sê wezîr têrê nakin hikumet îstîfa’ qêriyan.