Li 4 navendan ji bo Roja Efrîn a Cîhanê meş û çalakî

Bi hezaran welatiyên ku li paytext Balgrad a Sirbîstan, bajarên Dusseldorf a Elmanya, Lûgano ya Swîsre û Strasboûrg ê Fransyaê hatin ba hev, êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê protestokirin.

Roja 24’ê Adarê Roja Efrîn a Cîhanê li tevahî cîhanê çalakiyên ji bo Efrînê dewam dikin. Bi hezaran welatiyên li çar navendên Ewropa kom bûn, piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê anîn ziman û êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk protestokirin.

BELGRAD

Kurdistanî û dostên wan li paytext Belgrad a Sirbîstanê, li pêşiya Sefaretxaneya Tirk, êrîşên qirkirinê ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê protesto kirin.

Di çalakiya dirûşmên “Tirkiyeya Faşîst, ji Efrînê bi cehinime”, “Bijî Efrîn” hatîn berzkirin de, hat xwestin ku hikûmeta Sirbîstanê têkiliyên xwe yên diplomatîk û hemû têkiliyên xwe bi Tirkiyê re qut bike û piştgirî bide gelê Kurd.

DUSSELDORF

Li bajarê Dussldorf a Almanya jî bi wesîleya Roja Efrîn a Cîhanê çalekî hati lidarxistin.

Di meşa bi tevilbûna Saziyên Alman a li navendên Schadowplatz hatî lidarxistin de, wêneyên sivîlên di êrîşên qirkirinê ên dewleta Tirk de hatin qetilkirin hatin hilgirtin.

LÛGANO

Li bajarê Lûgano yê Kantona Tîcînî ya Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan bi boneya 24’ê Adarê Roja Efrîn a Cîhanê li qadan bûn.

Meşa ku ji aliyê komîteya piştgiriya bi Rojava re li Navenda Civaka Kurd a Tîcînoyê, wêneyên kesên di êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin hildan. Di çalakiyê de pankartên “Efrîn ne bi tenê ye”, “Li ber xwe bide Efrîn”, “Bêdeng nemînin ji dagirkeriya Efrînê re” vekirin û dirûşmên “Dîtator Erdogan”, “Kujer Edogan “û Rojav, Efrîn ne bi tenê ye” qîr kirin.

Di çalakiyê de ji Partiya Çep Gerrî Faûsta Barettapîccolî axivî.

Barettapîccolî di axaftina xwe de bal kişand ser gelên li Efrînê di nava aramiyê de dijiya û diyar kir ku Tirk bû sedem ku gelek mirov ji ser axa xwe koçber bibin. Barettapîccolî got: “Divê em bi cesaret tev bigerin. Em birayên xwe yên Kurd bi tenê nehêlin. Divê Kurd li ser axa xwe bi azad bijîn. Berpirsê vê qetlîamê Erdogan e.Divê cîhan hemû vê wisa bizen û wisa bide naskirin.”

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî bi boneya Roja Efrîn a Cîhanê çalakiya hate lidarxistin nêzî 1000 kes tevlî bûn.

Meşa ku Tirkiyeyî û Fransyan eleqeyek mezin nîşan da, j istasyona navendê destpê kir. Girseya ber bi şaredariyê ve meşiyan di tevahiya rê de dirûşim qîr kirin.