Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Îzmir Êlih û Rihayê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên şemiyê pêk anîn. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di vê çalakiyê de helwesta hikûmetê ya li hemberî kurdan şermezar kir û xwest operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, bi boneya "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 199'an de dîsa li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu li hev kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiya ÎHD'ê de rêveberên ÎHD, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, TUHAD-FED û KESK'ê û gelek kesên din amade bûn.
Derhênerê fîlmê "Simurg" Ruhî Karadag û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku, 199 hefte ne ji bo winda bêndîtin û kujer bên darizandin çalakiyan pêk tînin, lê hikûmet û dewlet li hemberî daxwazên wan bêdeng dimînin. Em soz didin dayîka Berfo ku aqûbeta kurê wê ronî bikin û bibînin. Dayîka Berfo niha di komayê de ye. Lê em soz didin wê ku em çavê wê li paş nehêlin. Daxwaza dayîka Berfo ya dawî 'Ger ku kurê min hate dîtin min defin bikin'. Ev êşek pir mezine."
Bilîcî destnîşan kir ku, ew dê şopdarên daxwaz û têkoşîna malbatan bin û heta winda bên dîtin dê têkoşina malbatan bidomînin.
ÇÎROKA LUTFIYE KAÇAR HATE VEGOTIN
Piştre Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdusselam Înceoren çîroka Lutfiye Kaçar ya di 5'ê Cotmeha 1994'an de li Stenbolê hate binçavkirin û hate windakirin vegot. Înceoren anî ziman ku, Kaçar bi nasnameya xwe ya sosyalîst dihat nasîn û wiha got:"Polîsan li malbatê geriyan û gotin niha Lutfiye Kaçar di destê me de ye û em wê davên askiyê. Dê sibê bedena wê bê perçekirin û werin wê bibin. Me serî li Şaxa ÎHD'ê û hemû mercên din dan. Lê me tu encam bi dest nexist.”
Piştî daxuyanyiyê çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan li Êlihê jî li Kolana Gulistanê kom bûn û di hefteya 199'an de çalakiyên xwe berdewam kirin. Di çalakiye de Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, endam û rêveberên BDP'ê, nûnerên ÎHD'ê, Serokê Şaxa ÎHD'ê Osman Kunteş û gelek kesên din amade bûn. Parlamantera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, diyar kir ku li Êlihê li her mal û kolanekê winda hene û wiha got: "Li vî welatî tişta herî zehmet têkoşîna demokrasiyê ye." Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
RIHA
Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê jî bi heman armance di hefteya 49'an de li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Koma li ber Navenda Kargeriya Karakoyunê kom bûn daxuyanî dan û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Serokê Şaşa ÎHD'ê ya Êlihê Cemal Babaoglu axaftin kir û xwest êdî aqûbeta windayan bê ronikirin û hesap bêpirsîn.
ÎZMÎR
Li Îzmirê jî bi heman armancê xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê ya Îzmirê li Parka Sumerbankê daxuyanî dan û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Serokê Şaxa ÎHD'ê Adnan Kaya, jî bertekên xwe yên li hemberî hikûmetê anîn ziman û xwest êdî hesap blê pirsîn û winda bên dîtin. Piştî daxuyaniyê Çîroka Alî Îhsan Dagli ya ku di 14'ê Nîsana 1995'an de li Gundê Eşme yê Farqîna Amedê hate revandin û windakirin hate vegotin.