Li 3 bajarên Swêdê ji bo Efrînê çalakiyên piştgiriyê hatin kirin

Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û destekkirina gelên Efrînê, YPG û YPJ'ê, li 3 bajarên Swêdê çalakî hatin kirin.

Li bajarê Göteborgê, Kurdistanî tevî dostên xwe li meydana Götaplatsenê li hev civiyan û ji bo bîranîna şehîdên Efrînê deqeyek rêz girtin.

Ji Partiya Keskan a Hawirdorê Parlamenter Carl Schlyter li qada çalakiyê axivî û anî ziman ku bêdengiya cîhanê li pêşberî dagirkirina Efrînê ne ya qebûlkirinê ye.

Schlyter destnîşan kir ku ji ber sûcên li dijî mirovahiyê li Sûr, Nisêbîn, Cizîrê kir û niha jî li Efrînê dike, divê Erdoğan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li Laheyê were darizandin.

Çalakgeran ji hikumeta Swêdê xwestin ku mijarê careke din bixe rojeva Neteweyên Yekbûyî.

Li bajarê Lundê jî xwepêşandanek hate lidarxistin û piştgirî ji berxwedana Efrînê re hate dayin.

Nûnerên rexistinên civakî yên sivîl ên Swêdî û Kurdistanî ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî xwestin ku li dijî dagirkirina Efrînê bikevin nava hewldaneke şênber.

Çalakiyeke din a bi heman armancê li bajarê Halmstadê pêk hat. Di çalakiyê de dewleta Tirk a dagirker hate şermezarikrin.