Li 3 bajaran qirkirina siyasî

Li Mêrdîn, Şirnex û Îzmîrê herî kêm 27 endamên HDP’ê hatin destgîrkirin. Li Nisêbînê polîsan fîşek deriyê malekê dan û derî wisa vekirin.

MÊRDÎN

Polîsan li navçeyên Nisêbîn, Qoser û Stewrê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li Stewrê endamê HDP'ê Hatîp Oncu û bavê wî Ferhat Oncu û Endamê HDP'ê Hamza Agirman, Abdulkadir Tati û Faysal Taş jî destgîr kirin.

Li navçeya Nisêbînê jî polîsan bi ser mala endama Meclîsa Şaredariyê Zeynep Sevluş û endamê HDP'ê Erhan Mûtlû de girtin. Polîsan dema bi ser mala Erhan Mutlu de girtin fîşek berdan derî û wisa derî vekirin û hemû alavên malê belav kirin. Kesên hatin destgîrkirin ew birin Gerînendetiya Emniyetê ya bajêr.

ŞIRNEX

Polîsan li Şirnexê jî bi ser malan de girtin û 2 kesên navê wan nehat zanîn, destgîr kirin. Li navçeya Hezexê jî polîsan endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Eraslan û Vahap Ozel, Îdîl Yalçin û Hatice Kaya destgîr kirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê

ÎZMÎR

Polîsan li Îzmîrê jî bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtina malan de di nav wan de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Narlidere Mehmet Gul jî heye 13 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê ye" destgîr kir. Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Narlidere Mehmet Gul, Denîz Yilmaz, Şevket Topkaya, Ozcan Ertan û Yasin Dalbudak destgîr kir.