Li 3 bajaran lêgerîna edaletê domiya

Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê li Amed, Êlih û Îzmîrê lêgerîna xwe ya edaletê domandin.

Xizmên Windayan û şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 574’emîn de li ber avahiya komeleyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan û mafnas beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

AMED

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn da zanîn ku heta winda bên dîtin û kujer werin darizandin û edalet pêk were dê çalakiya xwe dewam bikin. Zeytûn anî ziman ku ji ber doza Kurdan bi rêbazên aştiyane nayên çareserkirin her tim şer û alozî heye û her cûre xemsarî pêk tê. Zeytûn destnîşan kir ku divê edaleta civakî wekhev were belavkirin û îqtîdar demildest dest ji polîtîkayên şer berde û vegere polîtîkayên pêkanîna aştiyê.

Piştî axaftina Zeytûn, endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Aydenîz jî çîroka Ahmet Tekîn xwend ê ku di sala 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê piştî hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.

Mafnas û xizmên windayan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî kirin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî rêveberên Şaxa ÎHD'ê, rêveberên partiyên siyasî û gelek kesan li aqûbeta windayan pirsîn. Daxuyaniyê rêveberê Şaxa ÎHD'ê Caner Canli xwend. Canli çîroka windakirina mamoste Maksût Tepelî ku beriya 36 salan li Şaxa Siyasî ya Gayrettepeya Stenbolê hat windakirin xwend û li aqûbeta wî pirsî.

ÊLIH

Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 480’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin dîtin” li avahiya komeleyê li dar xistin. Beşdarên çalakiyê wêneyên xizmên xwe hildan.

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê parêzer Mesût Aydin daxuyanî xwend û berfirehkirina rayeya notirvanan rexne kir û got: “Berfirehkirina rayeya notirvanan tê wê sedemê ku pêşî li hin bêtirîn sûckirinê tê vekirin.”

Aydin çîroka Mehmet Acar xwend ê ku di sibata 1994’an de li gundê Dîrseklî ya Cizîra Şirnexê piştî hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin.