Li 3 bajaran êşkence hate protestokirin

Li Amed, Stenbol û Wanê li dijî pêkanînên êşkenceyê yên dewleta Tirk daxuyanî hatin dayîn

Bi pêşengtiya Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi boneya ‘Roja Têkoşîna li Dijî Êşkencê û Piştevaniya Yên Tên Êşkencekirin’ daxuyanî hatin dayîn.

AMED

Li Amedê nûnerên 5 rêxistinên mafan li avahiya TÎHV’ê daxuyanî da û diyar kirin ku êşkence di tevahî dîroka komarê de weke pratîkeke dewletê ya sîtematîk hebûna xwe parastiye û ev hate gotin: “Hemû welat bûye mekanên êşkenceyê.”

STENBOL

Li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê  û Nûnertiya TÎHV a Stenbolê jî daxuyaniyek hatedayîn û Seroka TÎHV’ê Şebnem Korrûr Fîncancî, Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û endam û rêveberên Odeya Tabîb û SES’ê di daxuyaniyê de amade bûn. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku hê jî li gelek deverên cîhanê êşkence ji aliyê dewletan ve li ser civvakê tê kirin.

WAN

Li Wanê jî Şaxa ÎHD’ê ya Wanê û Nûnertiya TÎHV a Wanê daxuyaniyek hevpar dan. Serokê Şaxa ÎHD’ê y Wanê Mûrat Meletî û Nûnera TÎHV a Wanê Sevîn Çîçek tevlî daxuyaniyê bûn. Komeleya Ji bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) û Konfederashona Sedîkayên Karkeran ên Cemawerî (KESK), Paltforma Şaxên Wanê li gel Odeya Tabîbana Wan-Colemêrg jî piştgirî dan çalakiyê.

Daxuyanî ji aliyê Nûnera TÎHV’ê Sevîm Çîçek ve hate dayîn.