Li 12 kesan 268 sal cezayê girtîgehê birîn

Li 12 kesan 268 sal cezayê girtîgehê birîn

8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê derbarê 7 jê girtî 12 welatiyên ku têkildarî bûyera motolofan ya Qedîfekaleya Îzmirê de dihatin darizandin bi îdiayên "Neheqî li Ataturk kirine", "Ala Tirk şewitandine" û "Molotof avêtine" bi tevahî 268 sal cezayê girtîgehê birî.

Di 29'ê Mijdara 2009'an de Rêxistina DTP'a Îzmirê li semta Kadifakaleyê şahiyek pêk anî. Di şahiyê de bûyer derket û di bûyeran de 7 kes hatin girtin û bi tevahî derbarê 14 kesan de doz hate vekirin. Rûniştina biryarê ya dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Îzmirê hate dîtin. Di rûniştina ku girtî, malbat u parêzerên girtiyan amade bû de biryar hate dayîn. Heyetê ji bo parastina kurdî ya girtiyan "Bi zimanê nehat zanîn parastin kirin" derbasî girtekan kir. Parêzeran diyar kir ku ji bo muwekilê wan bên cezakirin delîl tune û xwestin muwekilê wan talîye bibin.

DI ASTA HERÎ JOR DE CEZA BIRÎ

Heyeta dadgehê piştî parastinê biryar aşkere kir. Heyetê bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" "Zerar daye malê cemaweriyê", "Neheqî li Ataturk kirine" û "Ala tirk şewitandiye" li Turan Kaygisiz 35 sal, li Eyyup Aygen, Mahsum Tunç, Savaş Uçar, Erdi Açikalın û Necdet Yildirim ji bo her kesekî 28 sal, li Ferhat Gokmen, Musa Demîrhan, Ali Uzun ji bo her kesekî 20 sal û 6 meh û li Gurkan Bozkurt, Hatun Şen û Veysel Akkurt jî ji bo her kesekî 10 sal û 6 meh bi tevahî 268 sal cezayê girtîgehê birîn.

Heyetê der barê Abdulkadir Tarhan de jî biryara girtine girt. Ji bo Melike Guler jî biryar da ku dosyayê veqetîne. Heyetê der barê Turan Kaygisiz, Eyyup Aygen, Ferhat Gokmen, Mahsum Tunç, Necdet Yildirim, Musa Demîrhan û Erdî Açikalin de biryara berdewama girtinê da. Hate zanîn ku 5 kesên hatin cezakirin xwendekarên zaniengehê ne.

Malbatên girtiyan li ber deriyê Edliyeyê bi çepik û slogana "Berxwedan jiyane" bertek nîşanî heyeta dadgehê dan.