Leyla Guven: Bila tu kes ne li bendê be ku em greva xwe bi dawî bikin!

Leyla Guven a di greva birçîbûnê de, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan nehatiye rakirin û ew ê greva birçîbûnê bidomîne.

Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 68 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ji ber tecrîda li ser Ocalan nehatiye rakirin.

Leyla Guven got ku, “Bila tu kes ne li bendê be ku, em çalakiya xwe bi dawî bikin. Daxwazên me rewa ne.”

Guven peyamek ji Jinnewsê re şand.

Guven di peyama xwe de qala van tiştan kir:

“Ez dixwazim li ser tendirustiya xwe agahdariyekê bikim. Her roj di warê tendirustiyê de kontrola min tê kirin. Di 20 rojên dawîn de tansiyona min ketiye. Sibehan tansiyona min 7/5 e û êvaran dibe 11/6. Ji ber vê jî her dem xewa min tê. Nêzî 10 kîloyan jî ez heliyame. Di meşê de ez astengiyê dikşînim, serêşa min zêde bûye. Li hemberî ronahî û deng hesasiyeta min zêde bûye. Ez nikarim wekî berê avê jî vexwim.

JI BERXWEDANA ME DITIRSIN

Ez di çalakiya xwe de di roja 68’an de me. Hevalê me Nasir Yagiz di roja 55’an, çalakiya li Strasboûrgê di roja 20’an, li girtîgehan jî 226 hevalên me 30 roj in di çalakiyê de ne. Vê çalakiya me bi biryardarî û moralekî mezin didome. Ji bo xwedîlêderketina çalakiya ku em bi giyanê 14’ê Tîrmehê didomînin, tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo astengkirina wê her tiştî dikin. Polîsên AKP’ê li Amedê nerazîbûna gel a demokratîk jî asteng dike û parlementeran darp dike. Ne bi tenê li Amedê, li Êlih, Wan, Riha û Wanê jî ev tişt tê kirin. AKP nahêle ku rojnameya Yenî Yenîşamê têkeve zindanan. Bi hinceta nûçeyên derbarê grevê rojname nayê dayîn. Nexwe ev çalakî AKP’ê ditengijîne. Ew hewl didin tirsa xwe bi zextan veşêrin, lê ew ê wisa nebe. Ew ê berxwedan hê wan gelekî bide tirsandin.

TECRÎD DIDOME

Li gorî agahiyên ku min ji parêzerên xwe stendiye, Mehmet Ocalan ê ku birayê rêzdar Abdullah Ocalan e, hevdîtinek pêk aniye. Hatiya diyarkirin ku tendirustiya rêzdar Abdullah Ocalan gelekî baş e. Ez bawer im ev agahî ji bo gelê Kurd bûye moralekî mezin. Lê wekî ku gelê me jî dizane, tecrîd hê nehatiye rakirin. Di sala 2016’an de me 50 siyasetmedarên Kurd ji bo rakirina tecrîdê, em ketibûn greva birçîbûnê. AKP’ê demê dîsa Mehmet Ocalan şandibû hevdîtina bi rêzdar Abdullah Ocalan û bi hatina peyamê re me çalakiya xwe bi dawî kiribû. Lê tecrîd hatibû domandin. Niha jî hewl tê dayîn heman metod were kirin.

BILA TU KES NE LI BENDÊ BE KU EM GREVA XWE BI DAWÎ BIKIN

Rêzdar Ocalan lîderekî polîtîk û rêber e. Ji bo malbata xwe li wê giravê nayê girtin. Weke hemû girtiyên din mafê wî yê hevdîtina bi malbata xwe re heye. Ji destpêkê ve daxwazên me diyar in. Me diyar kir ku divê tecrîda ku li dijî mirovahiyê were rakirin, Rêzdar Ocalan bi malbat, parêzer û şandeyên siyasî re hevdîtinê pêk bîne, divê şert û mercên ku ji bo helwdanên aşitiya mayinde û çareseriya demokratîk were pêk anîn. Ji bo wê jî bi vê hevdîtinê re bila tu kes nemîne benda bidawîkrina grevê. Daxwazên me ne li dijî qanûnê ye û rewa ne. Eger armanca faşîzma AKP-MHP’ê dayîna berdêlan be, bi dayîna berdêlan me dest bi vê grevê kir. Em jî dixwazin hişyariyek bidin vê tifaqa faşîst û desthiltdariyê. Eger ji girtîgehan darbest derkevin hûn ê jî weke ku tiştek nebûyî li cihê xwe nesekinin. Bila tu kes nefikire ku 226 girtî her roj dihelin wê gelê Kurd li cihê xwe bisekine.

ME BI BERXWEDANÊ QEZENC KIR, EM Ê QEZENC BIKIN

Dîrok bi mînakên wiha re tijî ye. Li vê cîhana ku bûyerên gerdûnî çêdibin, bi dayîna berdêlan yên beramberî hev ji bo tu kesê tu feyde nake. Tişta di destê me de can me xist holê. Hûn jî bi hemû pêdiviyên dewletê re bi ser me de tên. Ev ne rewşek e ku nayê derbas kirin. Li Tirkiyeyê bi milyonan kesên ku dixwazin di nava sîstemeke politîk a exlaqî, jiyana azad a jinê diparêzin, baweriya wan bi biratiya gelan hene. Em ê yek biçin bi hezaran werin. Em yên destpêkê her di hizrê xwe de digrin û têkoşîna xwe didomînin. Me bi berxwedanê qezenc kir, niha jî em li ber xwe didin û em ê bi ser bikevin.”