Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Leşkerê li Şirnexê derûniya wî têkçû li Tokatê xwe întîhar kir

Leşkerê li Şirnexê derûniya wî têkçû li Tokatê xwe întîhar kir

Leşkerê ku li Şirnexê derûniya wî têkçûyî û li GATA’yê dihat dermankirin, dema çû memleketê xwe Tokatê li ber çavê malbata xwe întîhar kir.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, leşkerê binavê Alî Tûran yê 21 salî ku li Şirnexê leşkerî dikir û derûniya wî têkçûyî, li GATA’ya Enqereyê dihat dermankirin. Piştre bi raporekê çû memleketê xwe Bajarokê Cîhet yê ser bi navçeya Almûsa Tokatê û xwe întîhar kir. Hate ragihandin ku, Tûranê bi dermana dihat tedawîkirin, şeva din li ber çavê xwişk/bira û dayîka xwe bitifengê întîhar kir. Tûran li cihê bûyerê mir û cenazeyê wî ji bo otopsiyê şandin Enqereyê.

Mamê Tûran Nedîm Tûran da diyarkirin ku, biraziyê wî beriya ku biçe leşkertiyê rewşa wî baş bû, lê piştî ku li Şirnexê kete şer û derûniya wî têkçû û got; “Dema ku hatî vir diyarbû ku, derûniya wî têkçûye. Bi dermana dihate tedawî kirin.”