Leşkerên Tirk nobedarên berxwedanê îşkence kirin

Leşkerên Tirk nobedarên berxwedanê îşkence kirin

Welatiyên ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li Henîrkê yê Pirsûsê nobet digirtin rastî êrîşa leşkeran hatin. Leşkeran di bin çavan de îşkence li Nevzat Uzunyay kir.

Leşkerên Tirk êrîşî welatiyên ku li gundê Henîrkê yê Pirsûsa Rihayê nobeta berxwedanê digirtin kirin. Di encama êrîşê de welatiyên bi navê Nevzat Uzunyay, Ahmet Dulsun, Fevzî Çîkek û Azabşer ê ku paşnavê nehat zanîn binçavkirin. Leşkeran Uzunyay û Azabşer serbest berdan û her du welatiyên din birin Qereqola Sînor a Murşîtpinarê.

Uzunyay diyar kir ku wextê wan li wesayîta zirxî siwar kirine leşkeran di hundirê wesayîtê de li wan xistine û wiha got: "Leşkeran deriyê wesayîtê li ser me girtin û bi copan li me xistin. Hewl dan destmala li serê min li qirika min bişidînin. Leşkeran digotin 'Wan bibin biavêjin ber sînor bila DAIŞ wan bikujin'. Li ser vê yekê ez ji ser hişê xwe çûm. Min çavên xwe li nav erd vekir."