Leşkerên Tirk li Ebexê Kurdek şehîd kir
Li navçeya Wanê Ebexê leşkerên Tirk li kolberan reşand û Kurdek şehîd bû.
Li navçeya Wanê Ebexê leşkerên Tirk li kolberan reşand û Kurdek şehîd bû.
Li gundê Çillî yê bi ser navçeya Ebexê ya Wanê leşkerên Tirk li kolberan reşand.
Di encama gulebarana leşkerên Tirk de Îbrahîm Baykara (46) ê bavê 6 zarokan ku bazirganiya ser sînor dikir şehîd bû. Leşkerên Tirk bi saetan nehişt ku malbat biçe cenazeyê xwe bistine. Pişt re cenazeyê Baykara ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.
Malbatê piştî otopsiyê cenaze wergirt û wê bibe li gund veşêre.