Leşkerên rejimê bûn niha şervanên YPG’ê ne
Leşkerên rejimê bûn niha şervanên YPG’ê ne
Leşkerên rejimê bûn niha şervanên YPG’ê ne
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê di roja 41’emîn de jî hê ranewestiyane. Şervanên YPG û YPJ’ê bi ruhê fedayi yê seferberiyê li hemberî van êrîşên giran li ber xwe didin. Li gel ciwanên ku ji leşkeriya Tirkiyeyê firar kiribûn, ciwanên ku ji leşkeriya rejima Baas jî firar kirine di nava şoreşa Rojava de pir in. Ev ciwan dibêjin ku berê parastina desthilatdaran dikirin lê niha parastina gelan dikin û bi vê kêfxweş in. Tevî ku gelek ji wan birîndar dibin jî çeperên şer naterikînin û ev yek jî wê kêfxweşiya wan piştrast dike.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê di meha diduyan de jî bê navber didom in. Ev 41 roj e şervanên YPG û YPJ’ê tevî hemû bêderfetiyan ji bo van “gemariyan” û “çeteyên bê esil” ji xaka Kobanê derînin bênavber têdikoşin. Di nava van şervanan de şervanên ji her 4 parçeyên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê ku li ser banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine Kobanê jî hene, şervanên ku di dema êrîşên Kobanê de ji bo debara malbatên xwe li xerîbiyê bûne, dîsa yên ku leşkerê Artêşa Suriyeyê bûne û tevlî YPG’ê bûne jî hene. Lê tişta balkêş ew e her şervanê ku birîndar dibe tevî ku hê birina wî baş nebûye jî bi israr di çeperên şer de cihê xwe digire. Yê hinan ji wan hê şarapnel di laşên wan de ne, hin ji wan jî hê guleya ku xwarine. Lê rexmî vê yekê jî naxwazin ev birîn wan ji têkoşînê dûr bixe û çi kar hebe bi israr dikin.
EM NE DESTHILATDARIYÊ GEL DIPARÊZIN
Dema Şoreşa Rojava destpê kiriye Metîn Kobanê jî wekî bi hezaran ciwanên Kurd dest ji leşkeriya rejîma Baas berdaye û cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de girtiye. Metîn Kobanê dibêje ku di nava rejimê de wî parastina desthilatdariyê dikir; lê bi tevlîbûna YPG’ê êdî parastina gelan dike û bi vî awayî cudahiya di navbera YPG û leşkeriya rejimê de tîne ziman. Metîn Kobanê bi van gotinan dirêjî dide axaftina xwe: “Navê min yê malê Ferhan e. Ev 2 sal û nîv e ez di nava YPG’ê de me. Ez di rejimê de leşker bûm. Min dît YPG hemû gelan diparêze min dest ji rejimê berda û tevlî YPG’ê bûm. Ji ber YPG li hemberî neheqiyên li ser gelan tê meşandin radiweste ez tevlî bûm. Em li vir têkoşîna dinyayeke xweş û pêşerojeke azad ji bo hemû gelan têdikoşin. Ev yek jî ancax bi destên YPG û YPJ’ê pêk tê. Ji bo hemû gemariyên li ser rûyê cîhanê rabin em ked didin. Dinyayeke ku kuştin êdî lê tune be, tim aştî hebe armanc û hedefa me ye. Ji bo vê yekê jî em xwîn û xwêdana xwe dirijînin.” Metîn Kobanê dibêje ku weke wî gelek ciwanên Kobanê jî ji leşkeriya rejimê veqetiyane û di nava YPG’ê de cihê xwe girtine. Metîn Kobanê bi van gotina axaftina xwe dawî dike: “Tevî şer û pevçûnên dijwar jî moralê me bilind e û kêfa me li cih e. Berê çeteyên DAIŞ bi 5 hezar kesan êrîş dikirin, niha 500-600 kes mane. Em ê di nava mehekê de vî karî xilas bikin.”
JI HÊZÊN TAYBET ÊN REJÎMÊ VEQETIYA TEVLÎ YPG’Ê BÛ
Şervanê YPG’ê Bahoz jî 5 salan di yekîneyên hêzên taybet ê Artêşa Sûriyeyê de li Şamê maye. Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên dawî ew jî li ser banga seferberiyê 25 roj e tevlî YPG’ê bûye. Dema em bi Bahoz re diaxifin lêva wî ya birîna wê nû bala me dikişîne. Bahoz lêva xwe nîşanî me dide û li ber çavên me parçeyê şarapnelê ji lêva xwe ya di nava xwînê de derdixe û dibêje ku nû birîndar bûye. Bahoz li ser pirsa me ya “ma tu naçî nexweşxaneyê ji bo lêva te bidirûn” bersiva “Niha hûn dibînin hj pevçûn li vê eniyê dijwar e. Ka bila ev pevçûna vir hinek raweste em ê çend kêliyê dirûtinê biavêjin lêva xwe” dide.
Bahoz piştre wiha dibêje: “5 sal e ez li Şamê di yekîneyên hêzên taybet yê Artêşa Sûriyeyê de bûm. 25 roj berê li ser banga seferberiyê ez hatim Kobanê. Ji bo xaka xwe ji destên van çeteyan derxînim hatim.” Bahoz diyar dike ku çeteyên DAIŞ’ê Îslamiyetê jî îstismar dikin û wiha dibêje: "Ev serê mirovan jê dikin, bi îşkence wan dikujin. Ola Îslamê tiştekî wiha nabêje. Em jî Misliman in. Lê bila zanibin heya nuqteyek xwîn di laşê me de hebe em xaka xwe naterikînin. Bila her kes vê baş zanibe.”
'KOBANÊ YA ME TEVANE'
Bahoz bang li hin ciwanên ku Kobanê terikandine jî dike û ji wan dixwaze berî dereng bibe werin tevlî têkoşînê bibin. Bahoz dibêje ku Kobanê tenê ne bajarê wan e û bi van gotina dawî li axaftina xwe tîne: “Carinan hin ciwanên me yên çûne Pirsûs bi telefonê li me digerin û rewşa şer dipirsin. Em jî ji wan re dibêjin ger hûn bixwazin rewşa şer û rewşa hevalên xwe hîn bibin werin Kobanê. Kobanê ne tenê ya me ye, Kobanê ya me hemûyan e. Kurdistan ya me hemûyan e.”
BERÎ BIRÎNÊN WAN BIKEWIN BAZ DIDIN ÇEPERAN
Li Kobanê dema mirov li kolanan û çeperên şer digere em rastî gelek ciwanên ku mil, ling, dest û serê wan pêçayî tên. Piraniya wan di çeperên şer de bi fîşekan an jî bi şarapnelên topên hawanê birîndar bûne; lê tevî vê yekê jî Kobanê naterikînin. Hin ji wan careke din di çeperên şer de ne, hin ji wan jî karê lojîstîk û tamîra tekerên wesayîtan dikin. Şervanê YPG’ê Egîd berê endamê çand û hunerê bû ye. Li Kaniya Kurdan di pevçûnekê de ji lingê xwe yê çepê 2 fîşekên BKC’yê xwariye û fîşekek hê jî di lingê wî de ye. Egîd dibêje ku ew î nexwestiye rûnê û ji têkoşînê bikeve, ji ber vê yekê jî tamîra lastîkên wesayîtên YPG’ê dike. Hemûdê jî endamê Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz bû û ew jî li Kaniya Kurdan dema di kozikê de bû tangê li wan daye. 2 hevalên wî li kêleka wî şehîd ketine û ew jî birîndar filitiye. Hemûdê piştî tedawiya 10 rojan êdî îdare nekiriye û careke din vegeriya ye çeperên şer. Lê ji ber birîna wî nahêle rehet tevbigere fermandarên wî ew şandine tamîrxaneya lastîkan. Hemûdê wiha dibêje: “Em wesayitên YPG’ê tamîr dikin û dişînin çeperên şer. Bi vî awayî hinek be jî em têkoşîna xwe didomînin.” Şervanê YPG’ê Çiya jî dema di maşîneyê de bû, bi parçeyê hewanê birîndar bûye. Lê Çiya hê jî di çeperên şer de ye.
LI SER BANGA SEFERBERIYÊ VEGERIYA KOBANÊ
Ciwanên ku berî êrîşan li welatên xerîbiyê ji bo debara malbatên xwe bikin bûne jî, li ser banga seferberiyê vegeriyan e Kobanê. Yek ji wan jî Agirî Kobanê ye. Agirî ev salek û nîv e li Herêma Federal a Kurdistanê ji bo debara malê dixebitî. Agirî dibêje ku 25 roj berê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a seferberiyê dest ji kar berdaye û hatiye Kobanê. Agirî wiha dibêje: “Êdî înîsiyatîfa şer di destên me de ye. Bayê serkeftinê ber bi me ve guheriye. Ev 25 roj e ez li Kobanê me. Malbata min jî li Pirsûs û Başûr e. Her çiqas êrîşên giran hebin jî me DAIŞ tengav kiriye.”