Leşkerên NY yên li Golanê hatibûn revandin serbest hatin berdan

Leşkerên NY yên li Golanê hatibûn revandin serbest hatin berdan

21 leşkerên hêzên aştiyê yên Netewên Yekbûyî ku li nêzî Girên Golan yê dikeve başûrê Sûriyeyê ji aliyê komek muxalif ya çekdar ve hatin revandin, serbest hatin berdan.

Ji heyeta Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Şamê Muxtar Lamanî da diyarkirin ku, leşker serbest hatin berdan û birin Urdunê.

Berdevkê hikumeta Urdunê Samîh Maaytah jî piştrast kir û ragihand ku, karwana 21 leşkerên NY dihilgirt ketine xaka Urdunê.

NY ji bo serbest berdana leşkeran şeva borî hem li gel komên çekdar yên muxalif hem jî li gel artêşa Sûriyeyê li hev kiribû, lê belê ji şevbû karûbarê serbest berdayînê ji bo duh hêlan.

Muxalifên çekdar ku xwe weke ‘Tûgaya Şehîdên Yarmûkê’ binav dike, 6’ê Adarê 21 leşkerên NY yên li ser sînorê tampon yê Sûriye, Îsraîl, Urdun û Lubnanê erkdarbûn revandin.

Koma muxalifan dabû diyarkirin ku, heta hêzên rejimê ji gundê Cemle dernekevin ew dê leşkerên NY serbest bernedin.