Leşkerên Misrê ketin mizgefta El Feth

Leşkerên Misrê ketin mizgefta El Feth

Leşkerên Misirê beyî ku hêza xwe bikarbîne ketin mizgefta El Feth ku alîgirên Birayên Musliman lê stirîbûn. Di dema pevçûnê roja înê de herî kêm 83 kes mirin û ji hezarî zêdetir kes birîndar bûn.

Televîzyona taybet ya Misirê ONTV Live nîşan da ku leşker li navenda Qahîreyê ketine mizgefta El Feth ya di bin dagirkeriyê de ye û televîzyona El Cezîre jî  dîmenên leşkeran yên di mizgeftê deweşandin. Hate diyar kiri ku leşker ji bo çalakger mizgeftê terk bikin hevdîtinan dikin.

Li gorî AFP’ê di mizgeftê de jineke çalakeger xwestiye ku çalakger neyên binçavkirin û rastî êrîşa sivîlên li dij wan yên li dora  mizgeftê ne neyên.

Şeva înê mizgefta El Feth ku têde nêzî hezar kesî hebûn, hat dagirkirin. Di serê dagirkirinê de dengê çekan hat bihistin lê piştre hat birîn.

Di bûyerên duh de herî kêm 83 kesî jiyana xwe ji dest da û li gorî wezareta  Karê Hundir 558 kes li Qahîreyê  bi giştî 1.004 kes hatine binçavkirin.