Leşkerên Îranê yên hewl dan xwe berdin nav gerîla hatin kuştin

Leşkerên Îranê yên hewl dan xwe berdin nav gerîla hatin kuştin

Di şer û pevçûnên di navbera gerîlayaên HPG’ê leşkerên Îranê yên dixwestin bi awayekî veşartî bikevin nuqteyên gerîlayan de rû da herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ragihand ku leşkerên Îranê bi çekên giran li hemberî herêmên Kosîle û Xoy operasyon pêk anîne.

Li gor vê 30’ê Îlonê di operasyonên li hemberî herêmên gundê Teremûş, gundê Karagul, Girê Sor, Qada Girê Eşek, Girê Karakoy, Girê Teremuş û Zozanên Teremûşê pêk anîn, li hemberî nuqteyên gerîla hewldanên dagirkirinê pêk anîn. Piştî gerîlayan bûyer ferq kirin di navbera wan û leşkerên Îranê navbera saet 07.00 û 11.00’an de şer û pevçûnan rû da. Di şer de herî kêm 3 leşkerên Îranê mirin.

Piştî şer û pevçûnê artêşa Îranê ya paşde vekişiya ji sibê heya saetên şev herêm bi obûs, hewan û katûşan topbaran kirin