Leşkerên Fransî bi tecawiza li hember zarokan tên sûcdarkirin
Rapora Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî leşkerên Fransî li Afrîkaya Navîn îstîsmara cinsî ya li hember zarokan kirine ket çapemeniyê.
Rapora Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî leşkerên Fransî li Afrîkaya Navîn îstîsmara cinsî ya li hember zarokan kirine ket çapemeniyê.
Rapora Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî leşkerên Fransî li Afrîkaya Navîn îstîsmara cinsî ya li hember zarokan kirine ket çapemeniyê.
Rojnameya Îngîlîz The Guardian, diyar kir rapor ji rayedarên Fransî re hatiye ragihandin. Vê nûçeyê di çapemeniya Fransa de cihekî berfireh girt.
Wezîfeya Anders Kompass gerînendeyê operasyonê ya li herêmê ku bi aşkerakirina rapora veşartî tê sûcdarkirin hat sekinandin.
Di rapora lêpirsînê ya rojnameya Îngîlîz gihiştiyê de, tê diyarkirin ku li navenda ku zarokên li Afrîkaya Navîn ji malên xwe reviyane hatiye avakirin li hember zarokan îstîsmara cinsî cih digire.
Pêkanînên li navenda di nav balafirgeha M’Poko ya li bajarê Banguî, yên dema Kanûna 2013 û Hezîrana 2014’an e.
Di raporê de şahidiya ciwanên mêr ên li cihê bûyerê lêpirsînerên NY kom kirine cih digirin.
Zarok dibêjin ku bi pere yan jî xwarinê rastî tecawiz û îstîsmara leşkerên Fransî hatine.
Tê diyarkirin ku yek ji wan zarokan 9 salî ye.
Ev zarok tîne ziman ku li nuqteyeke kontrolê ya ji bo li xwarinê bigere çûye, rastî êrîşa cinsî ya du leşkeran hatiye.
Mexdûr, tevî di nav şoka tiştên pêre rû bi rû hatine de ne jî teswîra hin tecawizkaran çêkirine.
Rayedarekî payebilind ê NY ku ji rojnameya Fransız Le Monde re axivî got ku 16 leşkerên piraniya wan Fransî têkiliya wan bi vê bûyerê re hene.
Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê de diyar kir ku, di bihara 2014’an de der heqê leşkerên Fransî de bi sûcdariya îstîsmara cinsî lêpirsîn hatiye vekirin.
Wezareta Edaletê ya Fransa ya daxuyanî da Reuters, got ku piştî dozgeriya Parîsê rapor dîtiye 31’ê Tîrmeha 2014’an pêşlêpirsîn daye destpêkirin.
Wezareta Parastinê ya Fransa jî, diyar kir ku ji bo rastî derkevin holê hemû tedbîr girtine û dewam jî bike.
Wezaretê ragihandin ku dema bûyer derkevin holê wê li hember berpirsyaran pêkanînên herî tund pêk bînin.
Fransa, bi erêkirina Neteweyên Yekbûyî bi armanca ewlekariya Afrîkaya Navîn Kanûna 2013’an 2 hezar leşker şandibû.