Leşkeran welatiyên Başûrê Kurdistanê gulebaran kirin
Leşkerên Tirk welatiyên Başûrê Kurdistanê yên hatin li herêma Heftanînê giya kom bikin gulebaran kirin.
Leşkerên Tirk welatiyên Başûrê Kurdistanê yên hatin li herêma Heftanînê giya kom bikin gulebaran kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, 29’ê Nîsanê saet di navbera 15.00-16.00’an de dema welatiyên Başûrê Kurdistanê hatin li qada Tepê Keçel a girêdayî Heftanîn giya kom bikin, leşkerên Tirk herêm bi çekên giran gulebaran kirin.
Dîsa hat diyarkirin ku artêşa Tirk li girekî nêzî Qereqola Serbesta ya li sînorê qada Kaşûra rêya tankan çêdike.