Lêpirsîna rewşa girtîbûnê ya 28 siyasetmedarên Doza Kobanê dest pê kir

Lêpirsîna rewşa girtîbûnê ya 28 siyasetmedarên ji ber doza Kobanê rehîn hatine girtin dest pê kir, ku ji Doza Kobanê 108 kes têne darizandin.

Doza ku Hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de li ser 108 kesan hatiye vekirin 26'ê Nîsanê wê dest pê bike. Beriya danişîna i Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan bi navbeyn danişînê lêpirsîna li ser rewşa girtîbûnê ya 28 siyasetmedarên ku bi çarçoweya dosyayê girtî ne dest pê kir.

Siyasetmedarên ku lêpirsîna rewşa girtîbûna wan dest pê kirî:

Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Ayhan Bîlgen, Emîne Ayna, Ayla Akat Ata, Beyza Ustun, Ibrahîm Bînîcî, Gunay Kubîlay, Alp Altinoers, Nazmî Gur, Alî Urkut, Zekî Çelîk, Bulent Parmaksiz, Can Memîş, Cîhan Erdal, Ismaîl Şengul, Mesût Bagcik, Bircan Yolrulmaz, Dîlek Yagli, Pervîn Oduncu, Berfîn Ozgu Kose, Ayşe Yagci, Zeynep Olbeci, Aysel Tuglu, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Nezîr Çakan û Meryem Adilbellî.

Bi îdîanameya 2 hezar û 530 rûpelî ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derheqê 108 kesan dayî destpêkirin, bi îdîaya ''Têkbirina yekîtiya dewlet û welêt'' û 37 caran ''kuştina mirovan'' cezayê miebetê û bi sedan salan ceza tê xwestin.