Lêpirsîna 33 sosyalîstan li dozgeriyê temam bû

Lêpirsîna 33 sosyalîstan li dozgeriyê temam bû

Binçavkirinên ku li dijî ESP’ê pêkhatin û îro 33 sosyalîstên ku veguhestin Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê kirin, lêpirsîna wan ya li dozgeriyê xilas bû.

Binçavkirinên ku li dijî ESP’ê pêkhatin û îro 33 sosyalîstên ku veguhestin Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê kirin, lêpirsîna wan ya li dozgeriyê xilas bû. Dema ku sosyalîst ketin edliyeyê sloganên “Herder Taksîm, her der berxwedan”, “Ev hêjan destpêke, tekoşîn berdewame”, “ESP hêviye, hêvî li ser lingane” qîriyan. Dozgerê ji vana aciz bû, fermanda ku sosyalîst li nezaretxaneya li qada jêr ya dozgeriyê na, li nezaretxaneya herî jêr bêne girtin.

Sosyalîstên ku bi komên 3 kesî ji aliyê 11 dozgeran ve îfadeyên wan bên girtin, berxwedana Taksîmê û faliyetên ESP’ê jê pirsîn. Dozgeriyê mereq kir ku, sîrke, maskeyên gazê û baretên li mal û buroyên ESP’a navçeyê dîtine, bi çi armancê têne bikaranîn û ji kuderê tînin.

Dozgerên ku têkildarî çalakiya meha Mijarê li ber Girtîgeha Bakirkoy a ji ber çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî Kurd pêkanî bûn û çalakiya 1’ê Gulanê pirsîn. Her wiha bîranîna Yilmaz Selçûk û Yasemîn Çîftçî, Şanoya Avê ya Platforma Dengê Girtî û Bêmirinan jî sûc hate dîtin.

Weke din jî hate hînbûn ku, polîs bi tîşort, pêlav û cilên li malên sosyalîstan desteserkirine hewil didin tesbîtan bikin. Parêzeran jî îtîraza vê kir.

Piştî hevdîtina 11 dozgeran bi dozgerê lêpirsînê re, dê aşkera bikin ka dê kê berdin û kê veguhêzin dadgehê.