Lêgerînên li ETHA’yê bidawî bûn

Lêgerînên li ETHA’yê bidawî bûn

Di operasyona ku hate îdiakirin li dijî MLKP’ê ye, Midûra Nûçeyan ya ETHA’yê Derya Okatan piştî lêgerîna 12 seetan daxuyaniyek da û got, di dema lêgerînê de bi fîîlî hatine binçavkirin, derî bi hêsinan vekirine û ketine buroyê, her wiha lêgerîna tazî li ser wan ferz kirine.

Piştî Polîsên Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê li buroya Ajansa Nûçeya a Etkîn (ETHA) ya li Aksarayê 12 seetan lêgerîn pêkanî, xebatkarên Ajansê daxuyaniyek dan.

Operasyona ku bidirêjahiya rojê li Stenbol, Enqere û Eskîşehîrê hate îdiakirin li dijî MLKP’ê ye, li Ajansa Guneş ya Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û Rojnameya Atilim amadekirî pêkhat bidawî bû. Piştî lêgerînê polîsan dest danî ser tejî 3 wesayitan meteryalên nûçeyan, ansîklopedî û pirtûkan. Dema ku polîsan dest danîn ser melzemeyan, xebatkarên ETHA’yê jî sloganên “ETHA bêdeng nebû bêdeng nabe” qîriyan.

Li ser navê Ajansê edîtora ETHA’yê Arzu Demîr daxuyanî da û got, di nav de pirtûkên Marks û Engels jî heyî, dest danîn ser hemû arşîv, dokumenterên sala borî polîsan di serdegirtinê de biribûn û piştre radest kiribûn jî birin, her wiha îmajên komputerê jî birin.

Midûra Nûçeya a ETHA’yê Derya Okatan jî diyarkir ku, ew bi fîlî binçavkirine, lêgerîna tazî li ser wan dane ferzkirin û di dema ku polîs li hundir bûn ew di odeyekî li gel 15 polîsan girtine. Okatan destnîşan kir ku, helwesta polîsan pir tund bû û bilêv kir ku, heta çûyîna tuwaletê jî di bin kontrola polîsan de bû. Okatan aşkera kir ku, ji bo vekirina derî xwe negirtin heta parêzer bên, derî bi çîlîngirê vekirin û ji bo ew jî nebin hevparê vê bê hiqûqiyê li cihê lêgerîn hate kirin ew li wir nemane. Ji ber wê çendê dibe ku polîsan ji xwe re delîl çêkiribin û diyarkir ku, heta dest danîn ser pirtûkan jî.