Laûrent: PKK’ê Kurd rizgar kirin
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransa Pîerre Laûrent di pîrozbahiya 32. salvegera Partiya Komunîst a Fransa de standa Kurdan ziyaret kir.
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransa Pîerre Laûrent di pîrozbahiya 32. salvegera Partiya Komunîst a Fransa de standa Kurdan ziyaret kir.
Li bajarê Bezîers ê Fransa Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransa Pîerre Laûrent di pîrozbahiya 32. salvegera Partiya Komunîst a Fransa de standa Kurdan ziyaret kir. Laûrent got: “Kesên li Rojava ji şer rizgar bûn bi saya PKK’ê sax man.”
Li bajarê Beziersê bi wesîleya 32. Salvegerê Partiya Komunîst a Fransayê pîrozbahî li dar xist. Komeleya Çanda Kurd di pîrozbahiyê de stand vekir. Ji Partiya Komunîst a Fransayê Pîerre Laurent jî stand ziyaret kir. Laurent got ku piştgiriya têkoşîna gelê Kurd dike, ji serketina wan kêfxweş e û hewl dide ku hikûmeta Fransayê têkiliyên xwe û Tirkiyeyê li ber çavan derbas bike.
Laurent der barê pêşketinên li Kurdistanê agahî ji standê wergirt.
Laurent piştre derbasî konferansê bû. Di konferansê Laurent got ku berî niha bi salekê çûye Amed û Pirsûsê, piştre yên ji ber êrîşên DAIŞ’ê koçberî Bakurê Kurdistanê bûne ziyaret kiriye wiha axivî: “Tenê HDP’ê alîkarî da van mirovan. Kesên li Rojava ji şer rizgar bûn bi saya PKK’ê sax man.”