Laborde li dijî êrişên dewleta Tirk bang li civaka navneteweyî kir

Serokê Parlamenta Mercosûrê (Parlasûr) Oscar Alberto Laborde êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li Mexmûr û Şengalê şermezar kir û bang li sazî û civaka navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Serokê Parlamenta Mercosûrê (Parlasûr) Oscar Alberto Laborde li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku 15'ê Hezîranê dest pê kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Parlamenterê Arjantînî Laborde ku ji 1'ê Çileyê ve wezîfeya serokatiyê dike, êrişkariya dewleta Tirk şermezar kir. Laborde destnîşan kir ku mafên Kurdan, Asûrî-Suryanî-Keldanî, Xiristiyan, Êzidî, Misilman û hemû hindikahiyên etnîkî û olî bi rengekî herî xurt û bi rêzdarî werin parastin û şerê Kurd-Tirkan bi rengekî aştiyane bê çareserkirin. Laborde diyar kir ku êrişên dawî yên dewleta Tirk, neçareseriya 40 salên dawî girantir kiriye û têkildarî êrişên şeva 15'ê Hezîranê ev detay parve kir:

* Nêzî 60 balafiran li Mexmûr, Sîncar, Qendîl, Zap û Xakurkê bombe li 81 deveran barandin ku qadên sivîlan jî di nav de ne.

* Yek ji devera hate bombekirin Kampa Penaberan a Mexmûrê ye ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye. Li kampa penaberan zêdeyî 12 hezar mirov hene, wan mirovan di salên 1990'î de ji ber ku gundên wan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin şewitandin xwe li herêmê girtin. Kamp sala 1998'an ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate avakirin.

* Bajarekî din ê ku hate bombekirin jî Şengal e ku sala 2014'an DAÎŞ'ê êriş biribû ser. Bi hezaran ji şêniyên vî bajarî ji aliyê vê koma terorîst ve hatin kuştin Û nêzî 5 hezar jin hatin revandin, weke koleyên seksê hatin firotin (piraniya wan hîn jî winda ne).

DEWLETA TIRK PÎVANAN HEMÛYAN BINPÊ DIKE

Serok Laborde bi bîr xist, hiqûqa navneteweyî qedexe dike ku dewletek dest li karên navxweyî yên dewleteke din werbide û hêzê bi kar bîne. Laborde destnîşan kir, di çarçoveya vê qedexeyê de, li dijî dewletên ku aştî û ewlehiya global tehdît dikin destpêkê pêkanînên dîplomatîk û aborî, piştre jî li gorî pêwîstiyan pêkanînên leşkerî divê bên ferzkirin. Di dewama daxuyaniya xwe de Laborde got, "Dewleta Tirk van pîvanan hemûyan binpê dike" û bang li Neteweyên Yekbûyî, DYE, Hikumeta Iraqê, Hikumeta Kurdistanê ya Federe û Yekîtiya Ewropayê kir ku tavilê helwesta agirbestê nîşan bidin û hikumeta li mafên mirovan biparêzin.

METIRSIYA QIRKIRINÊ HEYE, NABE BÊ QEBÛLKIRIN

Laborde bal kişand ser metirsiya sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ên li herêmê û destnîşan kir ku civaka navneteweyî nabe ku bi xweşbînî nêzî van sûcan bibe. Serokê Parlamenta Mercosûrê Oscar Laborde diyar kir, metirsiya qirkirinê li ser Kurdan, Asûrî-Keldaniyan, Xiristiyanan, Êzidî, Misilman û hindikahiyên din ên olî û etnîkî yên li Kurdistanê û herêmên cîran heye û ev bang kir: "Ez bang li civaka navneteweyî dikim ku li dijî êrişên li ser gelê Kurd bibin yek û bikin ku ev şer bi rengekî aştiyane çareser bibe. Tenê di çarçoveya pêvajoya aştiyê de diyalog dikare pêk were."