La Croix: Bi dagirkeriyê re wê Êzidiyên dawî yên Sûriyeyê biqedin

Nûçegîhanê rojnameya La Croixê yê Fransayê Jeremy Andre bi kesên ku ji ber dagirkeriya Efrînê ji warên xwe bûne, roportajek çêkir û diyar kir ku bi dagirkeriya dewleta Tirk re Kurdên Êzidî yên li Rojava jî ji cî û warên xwe bûne.

Êzidiyê bi navê Pîr Abdurrehman Şemo ji rojnameyê re axivî û diyar kir Êzidiyên ku beriya şer 50 hezar bûn, bi destpêkirina şerê li Sûriyeyê re 15 hezar Êzidiyan koç kirine. Pîr Şemo diyar kir ku bi dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê re Êzidiyên ku mabûn jî ji cî û warên xwe koç kirine.

BI DAGIRKERIYÊ RE DÎSA KOÇ KIRIN

Di nûçeya rojnameyê de hate diyarkirin ku Êzidiyên ku li Qastel Cindo bûn, ji bo ku êrîş li wan neyê kirin, ji neçarî cî û warên xwe koç kirine. Êzidiyê bi navê Abdo Elo yê 59 salî jî diyar kir, ji ber ku ew ê careke din nikaribe mala xwe bibîne, ew gelekî xemgîn e.

Gelek Êzidiyên ku ji rojnameya La Croixê re axivîne diyar kirin ku ew ditirsin bûyerên di sala 2014’an a li Şengalê were serê wan. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku li Şengalê wê demê bi hezaran jin û zarok bûne kole û piştî talankirina Efrîne re, ev tişt zêdetir derdikeve holê.

DIXWAZIN NASNAMEYA KURDAN TUNE BIKIN

Di nûçeyê de tê gotin ku Perestgeha Ayn Dara di serî de gelek qadên dîrokî û çandî yên Êzidiyan hatine rûxandin û dîroka bi hezaran salan hatiye bomberdûmankirin.

Pîr Şemo yê ku ji rojnameyê re axiviye diyar dike ku çanda Êzidiyan dibe hedef û bi tiştî re tê xwestin ku nasnameya Kurdbûnê were tunekirin.

BÊDENGÎ CULHET DIDE DAGIRKERAN

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku bêdengiya civaka navneteweyî culhetê dide dewleta Tirk û çeteyên wê. Êzidiyên ku ji rojnameyê re axivîne diyar dikin ku gelek merivên wan li cihên ku hatine dagirkirin, hê jî winda ne û bi aqûbeta wan nizanin.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku çeteyan êşkence û heqaret li hin Êzidiyan kirine û dîmenên van êşkence û heqaretê li ser înternetê hatiye weşandin.