Kûtlû û 5 kesên din hatin berdan

Hevseroka Şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ya li navenda Rihayê di operasyona qirkirina siyasî de hatî destgîrkirin û 5 kes din hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsînkirinê de ku navendîbûna wê Riha ye, li Amed, Şirnex û Êlihê di nav de parêzer, siyasetmedar, hevserokên şaredariyan, gadiyan û 12 hukumxwar jî 40 kes hatinbûn destgîrkirin. 12’ê Adarê di serdegirtinan de 12 gardiyan roja berê anîbûn adliyeya Rihayê û 1 hatibû girtin, 11 jî hatibûn berdan. Duh jî di nav de 10 parêzer 20 kes anibûn adliyeyê, parêzer Sevda Çelîk Ozbingol, nivîskarê Kurd Halîl Çay, Îlyas Yeşîlçay hatin girtin û 17 kes jî bi şertê di bin kontrola adlî de hatinbûn berdan.

Ev kes jî îro bi şertê çavdêriyê hatin berdan:

“Hevseroka Şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ya ku bi qeyûmê ji erkê hatibû girtin, Dîdar Çeşme yê bi nexweşiya penceşêr, Remezan Ozpamûk, Hakan Keleş, Halîl Inalsoz û Mehmet Faruk Toptaş.”

BI MEBESTA GIRTINÊ HATIN SEWQKIRIN

Di lêpirsîna çarçoveya heman îdîdayê de yê ku ji endambûna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xistin Mehmet Akdogan û Cevdet Demiroglû ji bi îdîaya “Endambûna Rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.