Kurkçu: Plana me ya B nîne
Parlamenterê HDP’ê yê Mersîn û namzetê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, di panela Hilbijartina Tirkiyeyê de axivî.
Parlamenterê HDP’ê yê Mersîn û namzetê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, di panela Hilbijartina Tirkiyeyê de axivî.
Parlamenterê HDP’ê yê Mersîn û namzetê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, di panela Hilbijartina Tirkiyeyê de axivî. Kurkçu, diyar kir ku bi hebûna HDP'ê re cara yekem li parlamentoyê hêviya ku wê pêşiya dîktatorekî, ferzkerekî mezhebê, dijminekî jinan bê girtin çêbûye. Kurkçu got, "Planan me ya B nîne. Yek planeke heye. Em ê Erdogan nekin serok.”
Grûba Çapemenî û Ragihandinê ya Evrensel, li Fûara Pirtûkan a 20. a TUYAP a Îzmîrê bi mijara “Hilbijartina Tirkiyeyê” panelek li dar xist. Di panela ku rastî eleqeyeke zêde hat, namzetên HDP’ê yên Îzmîrê Ertugrul Kurkçu û Zekî Gul, nivîskar Aydin Çubukçu wek axaftvan tevlî bûn. Nivîskar Aydin Çubukçu, bal kişand ku hilbijartin pir girînge û diyar kir ku wê hilbijartin tevayî Rojhilata Navîn bandor bike.
Namzetê HDP’ê yê Îzmîrê Dr. Zekî Gul jî anî ziman ku di vekirina buroya hilbijartinê de rastî eleqeyeke zêde hatine. Gul da xuyakirin ku li gelek navçeyên Îzmîrê ji ber bermahiyên nukleerî bûyerên pençeşêrê zêde bûne û têkildarî berhemên GDO'yî wiha axivî: "Em di pêvajoyeke wiha de ne ku bedenên jinan rehîn tên girtin. Li Tirkiyeyê asta bikaranîna tiryakê zêde bûye. Çima zêde bûye? Ji ber ku hê berî pitik bê dinyayê narkoz didin. Ev hemû di encama polîtîkayên tenduristiyê yên AKP’ê de derketine holê.”
Gul xwest Komîsyona Heqîqetan bê avakirin û got, “Heta rûbirûhatin çênebe aştî pêk nayê. Heta şopên xwînê ji dîwarên girtîgehan neyên paqijkirin em ê çawa li hev bên? Em ê çawa rûbirû werin?”
Piştû Gul, Hevberdevkê HDK’ê û namzetê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu axivî.
Kurkçu bi gotina medyaya giştî zêde cih nade HDP’ê dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku hilbijartin ji bo Erdogan trajîk e.
Kurkçu, diyar kir ku bi hebûna HDP'ê re cara yekem li parlamentoyê hêviya ku wê pêşiya dîktatorekî, ferzkerekî mezhebê, dijminekî jinan bê girtin çêbûye. Kurkçu got, "Lewma alternatîfa kedkar û karkerên ku demokrasiyê dixwazin e. Herî kêm 30 kursiyên AKP di destê xwe de digire, bikeve destê HDP’ê ji ber vê girîng e. Bila vala vala ji me re nebêjin, ma plana we ya duyemîn heye? Tenê planek me heye. Em ê Tayyip Erdogan nekin serok.”
Panel bi dirûşmên, "Bijî biratiya gelan", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.