Kurkçu: Gelê Îzmîrê yê bi azadiya xwe ve ye wê HDP'ê tercîh bike
Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu bang li AKP û Serokkomar Erdogan kir ku dest ji çalakiyên provokatîf berdin. Kurkçu ji bo hilbijêrên Îzmîrî got, "Hilbijêrên Îzmîrî yên bi azadî û serxwebûna xwe ve ne, wê HDP'ê tercîh bikin."
Ûmût Akpinar
Îzmîr / Anf
pêncşem, 16 avrêlê 2015, 07:00
Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu bang li AKP û Serokkomar Erdogan kir ku dest ji çalakiyên provokatîf berdin. Kurkçu ji bo hilbijêrên Îzmîrî got, "Hilbijêrên Îzmîrî yên bi azadî û serxwebûna xwe ve ne, wê HDP'ê tercîh bikin."
Ertûgrûl Kurkçu yê beşeke mezin a jiyana xwe di nava têkoşîna şoreşgerî de derbas kiriye, di van hilbijartinan de ji Îzmîrê namzetê HDP'ê yê rêza yekemîn ê Herêma 1. e. Kurkçu li herêma xwe ya hilbijartinê Îzmîrê dest bi kar kir. Kurkçu ji ANF'ê re axivî.
Kurkçu anî ziman ku HDP ji bo Tirkiyeyê şenseke mezin e û got, "Em ê di vê hilbijartinê de xebateke xurt bimeşînin. Bi dîtina min, bi gelê xwe re em ê xebateke bi şahî bimeşînin."
'WERIN EM WELÊT BI HEV RE BI RÊVE BIBIN'
Kurkçu da xuyakirin ku ew li ser 'sozan' nêzî gel nabin û got, "Em wehda tiştekî nadin kesî. Ji berê ve partiyên siyasî, soza gelek tiştên ku nikarin bicih bînin di hilbijartinan de dan gel. Lê em dixwazin vî welatî bi gelê xwe re bi rêve bibin. Em dixwazin feraseta xwe ji gel vedigire û gel weke depoya dengan dibîne, hilweşînin. Hemû biryarên li vî welatî divê bi gel re werin dayîn. Lewma em di vê hilbijartinê de wehda tiştekî nadin, em dibêjin werin em bi hev re welatekî demokratîk ava bikin."
'JI BO QOLTIXÊ NEKEVIN NAVA PROVOKASYONAN'
Kurkçu da zanîn ku yên welêt bi rêve dibin ji hêviya HDP'ê daye Tirkiyeyê ditirsin û axaftina xwe wiha dewam kir: "AKP û Serokkomar Tayyîp Erdogan, ji bo pêvajoya hilbijartinê sabote bikin û gel bitirsîne, dikevini nava hewldanên provokatîf. Yên herî dawî li Agirî qewimîn, mînaka girîng a vê yekê ne. Ev yek samîmiyeta wan a li hemberî pêvajoya çareseriyê jî bi awayekî vekirî radixe pêş çavan. Ji vê derê em careke din bang dikin; ji bo parastina qoltixên xwe vî gelî hîn bêhtir ne êşînin Pêvajoya çareseriyê sabote nekin."
'ÎZMÎR BI AZADÎ Û SERXWEBÛNA XWE VE YE'
Kurkçu ragihand ku ji bo serketina demokrasiyê ew bawer dike ku hilbijêrên Îzmîrî wê HDP'ê tercîh bikin û got, "Îzmîr her tim weke bajarekî bi azadî û serxwebûna xwe ve girêdayî tê zanîn. Ji bo bibînin ku kî îro van nirxan temsîl dike, bila bi baldarî li derdora xwe binêrin. Dema ev yek kirin wê bibin ku ev nirx li nava HDP'ê kom bûne. Eger dixwazin li azadî û serxwebûn bi ser bikeve, bi dîtina min wê HDP'ê tercîh bikin."
ERTÛGRÛL KURKÇU KÎ YE?
Ertûgrûl Kurkçu di sala 1948'an de li Bûrsayê ji dayik bû. Ji Zanîngeha ODTU mezûn bû. Di sala 1970'î de ji bo Serokatiya Giştî ya Federasyona Komeleyên Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DEV-GENÇ) hat hilbijartin. Li Kovara Demokrat, rojnameyên Ozgur Gundem û Evrenselê nivîs nivîsand. Li Bîanetê Koordînatoriya Projeyê kir. Ji Ansîklopediya Têkoşînên Civakî û Sosyalîzmê re berpirsyariya weşanê kir û yek jê 'Biyografiya Karl Marks' 2 pirtûkên wî wergerandiye, hatin weşandin. Li kovarên Siyasî Gazete, Sosyalîst, Emek, Emek ve Ozgurluk'ê wezîfeya edîtoriyê kir. Di nava damezrînerên Partiya Azadî û Piştevaniyê (Ozgurluk ve Dayanişma Partîsî - ODP) de cih girt. Di hilbijartinên giştî yên 2011'an de ji Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê weke Parlamenterê Mersînê hat hilbijartin. Di nava damezrînerên HDK û HDP'ê de cih girt û di kongreya 1. a damezrandinê de bi Sebahat Tûncel re ji bo Hevserokatiya HDP'ê hat hilbijartin. Di Kongreya 2. a Awarte de, bi xaleke li rêziknameya HDP'ê hat zêdekirin re ji bo Serokatiya Giştî ya Rûmetdarî ya HDP'ê hat destnîşankirin. Hînê wezîfeya Hevberdevkiya HDK'ê dewam dike.