Kurkçu: Em rastî êrîşa herba taybet hatin
Kurkçu: Em rastî êrîşa herba taybet hatin
Kurkçu: Em rastî êrîşa herba taybet hatin
Parlementerê BDP'ê Ertugrul Kurkçu têkildarî bûyerên li Sînopê li Meclîsê civîna daxuyaniyê li dar xist. Kurkçu diyar kir ku, divê AKP koalîsyona herba taybet ya li Deryaya Reş paqij bike û wiha got: "Kî dê qezenc bike. Aştî, demokrasî û azadî dê qezenc bike, şer dê bi dawî bibe. Divê tevahiya Deryaya Reş neyê tewanbarkirin."
Parlementerên BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu û Parlementerê Stenbolê yê serbixwe Levent Tuzel têkildarî bûyerên Sînopê pêk hatin li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de destpêkê Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder axivî û diyar kir ku, li Sînopê di rojnameyekî herêmî de daxuyaniya Şaredar ya "Ev ji bo aştiyê nayên" xwendin û wiha got: "Lê em nagihijin vê rojnameya herêmî. Agahiyên me ji hevalên xwe yên herêmê girtin ev daxuyanî ayîdî şaredar û hinek jî dibêjin ayîdî kesekî dine. Ji ber ku wê tevlîheviyê me ew rojname bi xwe re nebir û peyda nakin, ji ber wê em îdîayên xwe yên di derbarê Şaredarê Sînopê de paşve digirin û lêborînê dixwazin. Heke me ev yek şênber kir em dê çareke din bînîn rojevê. Lê me 2 wekîlan ev daxuyanî xwend. Di nav koma kevir diavêtin de CHP hebû ligel MHP weke sazî tunebe MHP jî hebû. Ev koalîsyonekî paşvemayî ye."
'AŞTÎ, DEMOKRASÎ Û AZADÎ DÊ QEZENC BIKE'
Parlementerê BDP'ê Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ku, îdîaya BDP dê li Deryaya Reş rêxistinê ava bike tên rast nîne û wiha got: "Ger em biçin dê çi be? Hûn nabêjin bila BDP bibe partiya Tirkiyeyê ye û bi hemû pirsgirêkan re eleqedar bibe? Bi pirsgirêka findiq û HES'an eleqedar bibe xirabe? Alîgirê aştiyê bibe xirabe? Em li herêmê rastî berxwedana gel nahatin em rastî êrîşa koalîsyona herba taybete li herêmê hatî bicihkirin, hatin. Em li vir rastî êrîşa gel, hêzên kedê, kesên xebatkar, jin, esnaf û gundiyan nehatin. Ciwanên bi heycan di nava vê koalîsyonê de cih digirin û siyasetmedarên herêmê yên li pey fêde jî di nava vê koalîsyonê de cih digirin." Kurkçu xwest AKP koalîsyona herba taybet ji holê rabike û wiha axivî: "Kî dê qezenc bike? Aştî, demokrasî û azadî qezenc bikin. Şer dê bi dawî bibe. Divê tevahiya Deryaya Reş neyê tewanbarkirin."
'MADIMAK HATE BÎRA ME'
Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel jî wiha got: “Madimak hate bîra me hemûyan. Em dê bi Serokê Meclîsê û Wezîrê Navxweyî re hevdîtinê bikin. Em dê daxwaza lêkolîna meclisê bikin. Ger em aştiyê bixwazin divê em bi ser vê yekê de biçin. Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel jî wiha got: "Heke li wir bûyerekî weke Sêwasê pêk hatiba dê hemû Tirkiye di bin de maba. Ger hikûmet berpirsyariyê qebûl neke bila rêveberên herêmî ji peywirê bên girtin. Heke ji me re bêjin neçin Deryaya Reş wê demê dixwazin welat perçe bikin." Tuncel anî ziman ku, dê têkildarî heyeta biçe Îmraliyê re civînekê li dar bixin.