Kurdolog Jîgalîna di nivîsa xwe ya dawî de pakêta AKP'ê rexne kiribû
Kurdolog Jîgalîna di nivîsa xwe ya dawî de pakêta AKP'ê rexne kiribû
Kurdolog Jîgalîna di nivîsa xwe ya dawî de pakêta AKP'ê rexne kiribû
Seroka Beşa Kurdên li Îranê ya Kurdolojiyê ya Akademiya Zanistiyên Rûsyayê Prof. Dr. Olga Îvanonovna Jîgalîna ji ber krîza dil doh li Moskowa jiyana xwe ji dest da. Jîgalîna bi lêkolîn û pirtûkên xwe yên dîrokî yên li ser Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê dihat nasîn.
Li ser paketa reforma a hukumeta AKP’ê pir zanyarên Rus nêrînên xwe erenî u nêyênî xuya kirin. Olga Jîgalîna ji nêrinên xwe di derbarê paketa Erdogan de bi sernivisa « Rêforma AKP’ê û Kûrdên Tirkîyê » eşkerekiribû.
Ew maqale her wiha wek ya nivisa dawî ya Jîgalîna tê naskirin.
Kurdolog a Rûs Olga Jîgalîna wiha gotibu:
«Hikûmeta AKP’ê ne tenê bi siyaseta xwe dixwaze pozisyona xwe xurt bike, her wiha dixwaze vê tiştê bi desteka kêm netewên li Tirkiyê bike. Paketa reforman ku ji hêla Erdogan hatibû aşkerakirin, li gor nêrinên analitikvanên kurd û tirk ne demokratike berevajî seransare.
Li gor ku tê şopandinê li meha tebaxa 2014’an li Tirkiyê hilbijartinên serokkomariyê bên çêkirin u li gor ku tê fêmkirin Erdogan wê bibe namzet. Ji bo vê jî di daxuyaniyên Erdogan de qala sîstema lîberal a hilbijartinê hat kirin, ya ku dihat wateye ku partiyên bi hêjmarên biçuk dikarin di hilbijartinan de cih bigrin û bikevin parlamentoyê. Hat gotin ku di dema hilbijartinan de wekîl dikarin bi zimanê kurdî propogandaya hilbijartinê bikin. Her wiha qaşo hat gotin ku paketa reforma ji bo hemû kêmnetewan re bû bersiv.
REWŞ BEREVAJÎ YE
Bi taybet kurdên li Tirkiyê berî her tiştî dixwestin guhertina zagonî bê kirin ku wek neteweyeke di destûra bingehîn de cih bigre. Zimanê Kurdî bibe zimanek fermî ku bikaribin li her derê bikar bînin. Em dikarin bêjin bi kurtasî gelê Kurd li Tirkiyê berî her tiştî dixwest ku bernemaya çareseriya pirsgireka Kurd bê nîşankirin. Lê mixabin yek ji wan daxwazên Kurdan, di qaşo pakêta demoratîk a Erdogan de tinebûn.
BDP daxuyanî da û got ku li Tirkiyê hîn bi hezaran siyasetmedarên Kurd li zindanan tên ragirtin û pakêta reforman ne di wê hêzê de ye ku pirsgirêka kurd çareser bike. Ji ber ku ew pakêta qaşo a demokratik ne ji bo gel e, berevajî ji bo berjewendiyên AKP’ye.
PAKÊT NIKARE DEMOKRASIYÊ BÎNE
Nêrînên Abdulla Ocalan di vê mijarê de aşkera ne. Berî her tiştî pêwîst bû prensîbên zagonî yên çareseriya pirsgirêka kurd û erênîkirina rewşa Ocalan bihate esas girtin. Lê ji milê dewletê ve li gor ku hat xuya kirin ew prensîb ne hatin esas girtin. Di vê mijarê de daxuyaniya KCK'ê misoger bû û hat gotin ku eger rewşa Ocalan neyê baş kirin û hikûmet gavên berbiçav neavêje, rewşên ku derkeve jê ne berpirsiyare.
Kurdên li Tirkiyê dibînin ku li Iraqê Kurd her ku diçe xurt dibin, li Sûriyê kurd her ku diçe dibin otonomî û li her derê dibin hêz. Li gor min eger ew qaşo pakêta reforman nebe bersiv ji kurdên Tirkiyê û Erdogan hewl nede ku kêmasiya temam bike, wê demê li Tirkiyê rewşa sîyasî wê hin girantir bibe.
Tevgera PKK gav avêt, hêzên xwe ji sînorên Tirkiyê vekişand, lê ji ber ku leşkerên tirk li her cîhê ku gerîla vala kir qereqol çêkirin, hejmara cerdevanan zêdekirin, teyareyên keşfê bê navber keşif kirin û di ser re ji hikûmetê ti nehat avêtin, hişt ku vekişandina gerîla bê sekinandin. Kurdên Tirkiyê ruxmê hemû tiştan dixwazin aramî û aşitiyê, lê ji nêzîkbûnên Tirkiyê bi gumanin».