Kurdistaniyên li Toronto li ber Sefaretxaneya DYA kom dibin

Kurdistaniyên li Toronto li ber Sefaretxaneya DYA kom dibin

Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê ku duh êvarî dijwar bûn Kudistanî li her deverên lê dijîn herikîn kolanan. Kurdên li bajarê Toronto yê Kanada jî li ber Sefaretxaneya DYA ya li Toronto kom dibin.

Kurdistaniyên li Toronto ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê ku şerê bajêr destpê kir û ji ber xetereya komkujiya li hember gelê sivîl, li ber Sefaretxaneya DYA ya li Toronto kom dibin.  Hat ragihandin ku her diçe hejmara Kurdistaniyên li ber sefaretxaneyê zêde dibe.