Kurdistaniyan qenala dewletê ya Danîmarkayê ziyaret kirin
Kurdên li Danîmarkayê dijîn, televîzyona dewletê ya Danîmarkayê DR ziyaret kirin û bal kişandin ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk.

Zêdeyî 50 Kurdistanî bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd li Danîmarkayê duh êvarê qenala DR a li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ziyaret kirin. Kurdistaniyan, ji bo qenala televîzyonê bala xwe bide ser terora dewletê ya li Kurdistanê, bûyeran nîşan bide û bêdeng nemîne, ji bo nîv saetê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Piştî ku rayedarên qenala DR soz da çalakgeran, Kurdistaniyan bi bêdengî dawî li çalakiya xwe anîn.
Di dema çalakiyê de li ser terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek hat dayîn û dosyayek li ser komkujiyan radestî rayedaran hat kirin. Çalakgeran dirûşmên "Her der Cizîr e, her der Sûr e, her der Silopiya ye, her der berxwedan e" qîriyan.