Kurdistanî li Strasboûrgê li hev dicivin
Kurdistaniyên li gelek welatên Ewropayê dijîn, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li Strasboûrgê li hev dicivin.
Kurdistaniyên li gelek welatên Ewropayê dijîn, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li Strasboûrgê li hev dicivin.
Kurdistaniyên ku ji bajarên cuda yên Fransa, Elmanya, Swîsre, Belçîka, Hollanda û Awûstûryayê bi otobus û wesayîtan bi rê ketin, li cihê destpêkirina meşê li hev kom dibin.
Girseya gel li Boûlevard de Metz a li ber Gara Trenê ya Navendî ya Strasboûrgê (Gare Centrale) li hev dicivin, wê saet di 10:00 de dest bi meşê bikin.
Kurdistanî wê di vê meş û mîtîngê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin, ku Ocalan bi komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an re dîl hatibû girtin. Kurdistanî her wiha bang li hemû saziyên pêwendîdar, bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dikin, ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.