Li welatên Ewropayê ev çend hefteye bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” bi Meşên Dirêj ve salvegera 18. a Komploya Navdewletî ya li ser Ocalan hate kirin protesto kirin. Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan wê sibehê ji bo azadiya Ocalan pêl bi pêl biherin Strasboûrgê.
Kurdîstaniyên û dostê wan ên ku ji welatên cuda cuda yên Ewropa bên wê sibehê li ber Gara Trenê ya Strasborugê û Boulevard de Metzê kom bibin. Girseya ku wê saet 10.00’an li hev bi civin, wê bi meşekê li nav bajêr de bimeşin qada Rûedes Vannneaûxê ya ku wê mîtîng bê lidarxistin.KCDK-E û gelek saziyên Kurd bangawaziya beşdariya mîtîngê kirin, tê payîn ku bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bibin.
Çalakgerên Meşa Dirêj a 1'ê Sibatê li Luksemboûrgê ku bi şîara 'Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû' wê tevlê mîtîngê bibin.
Amadekariyên mîtînga mezin bi dawî bûye, ji gelek welatan Kurdistanî di saetên êvarê de ketine ser rêya Strasboûrgê.