Kurdistanî ji bo Efrînê li qadan e

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan, li gelek bajarên Ewropayê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Li Danîmarkayê, Kurdistaniyên ji bo Efrînê li ser piyan e duh li ber avahiyên Neteweyên Yekbûyî û Konsolosxaneya Elanyayê li hev civiyan û bêdengiya cîhanê ya li pêşberî êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Kurdistaniyan di dema çalakiyê de dosyayek li ser êrîşên dewleta Tirk radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî û Konsolosxaneya Elmanyayê kirin.

PARMA: Li bajarê Parma yê Îtalyayê bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyayî li Garibaldi li hev kom bûn û berxwedana bi rûmet a gelê Efrînê silav kirin.

VENEDIK: Kurdistaniyên li ber stasyona navendî ya bajarê Venedik ê Îtalyayê li hev civiyan, bi pankart û wêneyan, komkujiyên ku bi destê dewleta Tirk li Efrînê tên kirin teşhîr kirin. Çalakgeran piştre pankarta ji wêneyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin bi pira Ponte Degli Scalzi ve daliqandin.

ROMA: Li paytexta Îtalya Romayê, bi pêşengiya Ciwanên Azad çalakî hate lidarxistin û li ser êrîşên li dijî Efrînê belavok hatin belavkirin.

MUNSTER: Kurdistaniyên li bajarê Munster ê Elmanyayê dijîn bi heman armancê meşiyan û lenet li Erdoğan û delweta Tirk anîn.

HAMBURG: Navnîşana duh a çalakiyên li Hamburgê, pêşiya Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bû. Aktîvîsta mafên mirovan Anja Flach li vir axivî û işaret bi xeteriya qirkirina gelan li Efrînê kir.

KÖLN: Li bajarê Köln ê Elmanyayê bi pêşengiya HDK'ê çalakî li ber Bahnhof Vorplatzê hate lidarxistin. Polîsên Elman bi hinceta ku "qedexe ye" dest danîn ser alên YPG û YPJ'ê yên di çalakiyê de hatin hildan.

FRANKFURT: Li bajarê Frankfurtê jî meş û mîtîngek hate lidarxistin. Kurdistaniyan bal kişandin ser kuştina sivîlan bi destê dewleta Tirk li Efrînê û diyar kirin ku komkujî bi tank û çekên Elmanya tê kirin.

STUTTGART: Kurdistaniyên li bajarê Stuttgartê dijîn li ber Serkonsolosxaneya TC mîtîngek li dar xistin û pankarta bi nivîsa "Şer ji vir dest pê dike, li Efrînê mirov tên kuştin" vekirin.

BERLIN: Li paytexta Elmanya Belrînê, li ber avahiya Parlamenta Federal ji bo Efrînê mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de bi zimanên Îngilîzî, Elmanî, Kurdî û Tirkî axaftin hatin kirin û êrîşên barbar ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ku re li ber kuştina bi sedan sivîlî vekirine, hatin şermezarkirin.

HILDESHEIM: Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe li ber gara trenê li hev civiyan. Endamên Komuna Jinê ya Şehîd Meryem li vir kincê spî bi rengê xwînê li xwe kirin, xwe li garê li erdê dirêj kirin û bal kişandin ser kuştina sivîlan.

KLEVE: Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk li bajarê Kleve yê Elmanyayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de firotina çekên Elmanyayê ji bo Tirkiyeyê hate şermezarkirin.

LEIPZIG: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Leipzig ê Elmanyayê dijîn, li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Efrînê li hev civiyan û belavok belav kirin.

KASSEL: Li bajarê Kassel ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Kurdistanî li ber deriyê febrîqeya panzeran a li Kasselê li hev civiyan û çalakiyeke protestoyî li dar xistin.

CANNES: Li bajarê Cannes ê Fransayê, li ber avahiya ku festîvala fîlan lê tê lidarxistin, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurdan ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin. Komek ji 10 kesan ket avahiya festîvala fîlman a Cannesê û alên YPG/YPJ vekir.

MARSILYA: Li bajarên Marsilya û Marignane yê Fransayê duh bi şev gelek çalakî hatin lidarxistin. Li ber Konsolosxaneyên Rûs, Elman û Tirk çalakiyên bê îteatiya sivîl hatin lidarxistin.

STRASBOURG: Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ku li dijî dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk tê kirin, li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi çalakiyê hate silavkirin. Kurdistaniyên li ber gara trenê ya navendî li hev civiyan daxuyaniyek dan çapemeniyê û ber bi Place Kleber ve meşiya. Piştre li ber Katedralê çalakiya protestoyî pêk anîn.

TOULOUSE: Li bajarê Toulouse yê Fransayê, kolektîfa piştevaniya bi gelê Kurd re pankart li Zanîngeha Miral û herêma France Television d'Occitanie vekir. Di çalakiyê de bêdengiya li pêşberî komkujiyên li Efrînê hate şermezarkirin.

VIYANA: Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn li Stephansplatzê li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Terorîstê herî mezin ê li cîhanê Erdoğan e" vekirin.

STOCKHOLM: Komek ji Kurdistaniyan duh serdana buroya Stockholmê ya UNICEF'ê kir. Di serdanê de li ser kuştina zarokan û sivîlan li Efrînê agahî ji rayedaran re hate dayin û daxwaza parastina sivîlan ji UNICEF'ê hate kirin.

GÖTEBORG: Li bajarekî din ê Swêdê li Göteborgê Kurdistaniyan konê agahdarkirinê vedan. Duh jî li ber avahiyên Televîzyona Dewletê ya Swêdê û Radyoya Dewletê ya Swêdê xwepêşandan li dar xistin.

BERN: Li paytexta Swîsre Bernê, bi banga platforma berxwedanê ya Efrîn-Rojava zêdeyî 500 kes li qada Gazinoplatzê li hev civiyan û dewleta Tirk a dagirker û piştevanên wê şermezar kirin.

LOZAN: Li ber stasyona trenê ya navendî ya Lozanê jî zêdeyî 100 kes li hev civiyan û bi nîşandana wêneyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin, dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Di çalakiyê de li ser mijarê belavok hatin belavkirin.

LUZERN: Kurdistaniyên li bajarê Luzern ê Swîsreyê dijîn tevî dostên xwe li ber Parlamenta Kantona Luzernê li hev civiyan û bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, şermezar kirin.

WINTERTHUR: Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li gara navendî li hev civiyan û hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk nîşan dan. Di çalakiyê de dirûşma "Efrîn bi tenê nîne" hate qîrîn.

DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û bêdengiya hêzên navneteweyî, li ber Parlamenta Hollandayê greva birçîbûnê tê kirin. Grev ev çar roj in dewam dike.